Li Kobanê derbarê 25'ê Mijdarê de semînerek hat dayîn
Bi pêşengiya Kongra Star a bajarê Kobanê di derbarê 25'ê Mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan semînerek hat dayîn.
Kobanê – Kongra Star a bajarê Kobanê bi boneya 25'ê Mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan semînerek bi dirûşmeya "Bi felsefeya jin jiyan azadî xwe biparêze" lidar xist.
Semîner li navenda Baqî Xido ya çand û hunera Kobanê bi amadebûna endamên Kongra Star, partiyên siyasî, sazî û dazgehên Rêveberiya Xweser û welatiyên herêmê hat dayîn. Semîner li ser du beşan hat dayîn, rola jin di nava civakê û rola mêr û jin ji aliyê zanistî û hişmendiyê ve bû.
Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê, semîner ji aliyê mamosteya zanîngeha Kobaniyê ve Firyaz Berkel û hevserokê partiya yekîtiya demokratîk ê kantona Firatê Bozan Xelîl ve hat dayîn.
Beşa yekê ji semînerê ji aliyê Firyaz Berkel ve hat dayîn.
Firyaz Berkel behsa cûreyên tundiyê û têkoşîna jinan a li dijî tundiyê kir. Her wiha ji bo avakirina jiyanekê hevpar û wekhev pêwistiya guhertin û veguhertina hişmendiya mêr hat ser ziman û hat destnîşankirin ku divê mêr xwe ji pirsgirêka jinê berpirsiyar bibîne.
‘Divê em weke mêr xwe berpirsiyarê guhertinê bibînin’
Her wiha beşa duyemîn a semînerê jî ji aliyê Bozan Xelîl ve hat dayîn. Bozan Xelîl wiha got: “Ji bo ku em jinê azad bibînin divê em weke mêr zihiniyeta xwe li hember jinê biguherin. Ev jî ji bo jin bibe xwedî azadî û maf. Di nava civakê her tim li ser jinê tundî tê meşandin. Ev jî ji bo ku mêr naxaze ku jinê azad bibîne. Ji bo ku em jinê azad bibînin xwedî maf divê em zihineyeta xwe li beramberî jinê biguherin.” ظî tu nezanî bi wan dixapînin .:
Paşê ji aliyê navenda çand û hunera Baqî Xido û Hîlala Zêrîn ên Kobanê ve şanoyeke derbarê tundiyê û xweparastina li hemberî tundiyê hat pêşkêş kirin.
Semîner bi dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.