Li Kantona Cizîrê qedexe hat ragihandin: Êriş didomin
Êrîşên komên çete yên HTŞ’ê û dewleta Tirk ê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dijwarî didomin. Rêveberiya Xweseriya, li Cizîrê bi armanca parastina ewlehî û aramiyê, îro qedexeya giştî li tevahî bajar û bajarokên kantonê ragihand.
Navenda Nûçeyan – Ji vê sibehê ve, çeteyên HTŞ’ê û dewleta Tirk êrîşê gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Ji şevê berê ve li gundewarên Tebqa, Mensûra, Reqa û Dêrazorê şerên dijwar rû didin. Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û YPJˊê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi çekên doçka û yên giran bersivê tund didin çeteyan û zirarên mezin gihandin wan.
Li gorî agahiyên hatine wergirtin, hîna pevçûn dewam dikin, QSDˊê bersivên hewldan û êrişên li têketina bajarê Tebqa dan.
Hemwextî van êrişan, çeteyên rêveberiya demkî û çeteyên dewleta Tirk a dagirker gundewarên Bendava Tişrînê yên gundewarê Firatê topbaran dikin. Êrişên li dijî Bajarokên Baxozê, Şeifê, Sûsê, Hecîn, Ebû Hemam, Xeranîc, Zîban, Dernic, bîrên petrolên yên El Omer û Tenek ên li gundewarê Dêrazorê dewam kirin.
Li Tişrînê berxwedana mezin: Gelek çete hatin kuştin
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmê hatine girtin, komên çeteyan ên girêdayî rêveberiya demkî ya Suriyeyê û dewleta Tirk, saet di 11.30’an de bi çekên giran, seyareyên zirxî û çekên giran êrişî gundên Heci Hisên û Şêx Mehşî yên li ser xeta gire Sryatêl kirin.
Li ser êrişê şervanên QSD û YPJ’ê bersivên tund dan û di encamê de 10 tang, 2 BMB, 2 motorsiklet, 4 mewzî, 3 treks û seyareyek Toyota hatin rûxandin, gelek çete hatin kuştin. Têkildarî hejmara kuştî û birîndarên çeteyan agahî nehatin zanîn.
QSDˊê li Reqayê çeteyek ji şaneyên DAIŞˊê girt, hewldaneke din a têkbirina ewlehî û aramiyê têk bir, saziyên li Şedadê hatin talankirin. Her wiha hate ragihandin ku QSDˊê û YPJˊê hewldanên şaneyên DAIŞˊê yên li nava bajêr têk birin, niha jî operasyonên paqijkirina Reqayê û serdegirtina şaneyan didomin.
Li Girê Sîryatêl 2 çalakî hatin kirin
Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD, bi daxuyaniyekê diyar kir ku hêzên wan li dijî çeteyên rêveberiya demkî 2 çalakiyên serkeftî li derdora Girê Sîryatêl a Bendava Tişrînê pêk anîn, tangek hat rûxandin û gelek çete hatin kuştin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: " Hêzên me, QSDˊê û YPJˊê 2 çalakiyên serkeftî li dijî çekdarên Şamê li derdora Girê Sîryatêl a li derdora Bendava Tişrînê pêk anîn. Di çalakiya yekemîn de, hêzan kombûneke çekdar a ku amadekariya êrişê dikir hedef girt, tangek wan rûxand. Di êrişa duyemîn de bi dronekê êrişî kombûna wan hat kirin.
Di her du çalakiyan de gelek endamên wan koman hatin kuştin û tangek bi temamî hat rûxandin. Girêdayî mijarê, di çalakiyeke din a li gundê Hecî Hisên a herêma Bendava Tişrînê de mewziyeke leşkerî û nuqteyek kombûna çekdaran hat rûxandin."
Çeteyan sivîl û birîndar revandin
Beşek sivîl û birîndarên ku dixwestin ber bi bajarê Hesekê ve biçin, li nêzî gundê Sabah El-Xêr ê Reqayê ji aliyê komên çeteyan ên girêdayî rêveberiya demkî ya Suriyeyê ve hatin revandin.
Welatiyeke ku di nava karwan de cih digire, têkildarî dengek şand û got ku ketine kemîne çeteyan, destêpêkê gule li wan hatine berandin, piştre jî ew ber bi cihekî nediyar ve birine.
Mazlûm Ebdî: Ji bo nîqaşkirina rawestandina şer, peywendî çêbû
Fermandarê Giştî yê QSDˊê Mazlûm Ebdî daxuyand ku "Ew hewldanên xwe yên rawestandina êrişan didomînin û bang li gel dikin ku li dora şervanên xwe bicivin, bi ruhekî wêrek û bawerî tev bigerin." Mazlûm Ebdî, destnîşan kir ku bi navbeynkariya navneteweyî hewldanên aramkirinê hene û di navbera wî û serokê rêveberiya demkî Ehmed El Şeri de ji bo nîqaşkirina rawestandina şer, peywendî çêbûye.
Rêveberiya Xweser li Cizîrê qedexeya giştî ya çûn û hatinê ragihand
Desteya Hundirîn a kantona Cizîrê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi armnaca parastina ewlehî û aramiyê, îro qedexeya giştî li tevahî bajar û bajarokên kantonê ragihand.
Desteyê da zanîn ku qedexe ji saet 07.00ˊan êvarê heta bi saet 07.00ˊan sibehê ye, tenê çûn û hatin ji hêzên leşkerî û ewlehî re rawa ye.
Desteyê bang li şêniyan kir ku pabendî talîmatên derketine bin û niha jî ev biryar heta demeke nediyar dikeve pratîkê.
Li gundekî Eyn Îsayê hewldana çeteyan hat têkbirin
Li gorî agahiyên hatine wergirtin, çeteyên dewleta Tirk a dagirker hewl da li gundê Seyda yê bajarê Eyn Îsayê yê kantona Firatê bi pêş ve werin. Hat diyarkirin ku şervanên QSDˊê li çeteyan da, çete revîn.