Li Kampa Zemzem a Sûdanê li dijî sivîlan sûcên mezin tên kirin
Rêxistina Bijîjkên Sînornenas, diyar kir ku Nexweşxaneya Sehra ya li Kampa Zemzem, ji bo nexweşên ku divê mudaxeleya cerahî were kirin nebes e, bang li herdu aliyê şer kir ku rezê nîşanî saziyên tendirustiyê û xebatkaran bidin.
![](https://jinhaagency1.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250212-20250212-1-1776384-png5df03b-image-jpgfb3854-image.jpg)
Navenda Nûçeyan – Li Sûdanê nêzî du salan e di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) de pevçûnan dijwar diqewimin. Ev şer bûye sedema mirin û birîndarbûna bi hezaran sivîlan. Her wiha bi milyonan mirov neçar mane koçberî bajarê din ên welat û derveyî welat bikin ku ev yek di dîroka cîhanê de ‘koçberiya herî zêde’ ye.
Di roja 11’ê Sibatê de Hêzên Piştgiriya Lezgîn, êrîşê Kampa Zemzem a li eyaleta Bakurê Dayfurê kir. Di encamê de li dijî şêniyên kampê sûc û binpêkirin çêbû, şeş mirovên sivîl birîndar bûn û gelek kes jî careke din neçar man ji cihê xwe derkevin û koçberî bajarê Faşîr bibin.
Gefa li ser xizmetên tendirustiyê
Rêxistina Bijîjkên Sînornenas, li ser êrîşan diyar kir ku ew di warê ewlehiya xebatkar û bi hezaran sivîlan de bi fikar in. Rêxistinê diyar kir ku kesên li Kampa Zemzem dijîni her dem rastî bombebaranê tên û birçî dimînin.
Her wiha bal hat kişandin ku Nexweşxaneya Sehra ya ji aliyê rêxistinê ve tê xebitandin, nikare nexweşên ku pêdivî bi mudaxeleya cerahî heye derman bike û rewş her diçe xirabtir dibe. Rêxistinê da zanîn ku ji ber pevçûnên dijwar, derfet nemaye nexweşên giran û birîndar sewqê Nexweşxaneya Siûdû ya li Faşîrê werin kirin û bang li aliyên şer kir ku dawî li êrîşên li ser saziyên tendirustiyê, xebatkarên wan û sivîlan bînin.
Li Sûdanê krîza mirovî ya herî mezin heye
Serokê Yekitiya Efrîkayê, diyar kir ku şerê li Sûdanê bi xwe re krîza herî mezin a mirovî aniye û bang kir ku ji ber pevçûnan dibe ku bi hezaran zarok ji ber birçîbûnê bimrin.
Her wiha bal hat kişandin ku ji nû zarokên li Sûdanê her dem rastî binpêkirinan tên, extiyar û nexweş ji dermankirinê bêpar mane û kêmasiya xurekê ya li welat her diçe zêdetir dibe.