Li kampa Waşokanî û Serêkaniyê pêşhilbijartina namzedê hevşaredariyê

Li kampa Waşokanî û Serêkaniyên pêşhilbijartinên namzedê mêr ên hilbijartinên şaredariyan des pê kir.

Hesekê – Komisyona bilind a hilbijartinan a Bakûr û Rojhilatê Sûrî da diyarkirin ku di 30’ê Gulana 2024’an de dê hilbijartinên Şaredariyan pêk werin. Di 17’ê Nîsanê de Rêxistina Kongra Star û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) tifaqa xwe ji bo hilbijartinên Şaredariyan bi daxuyaniyekê raghandin. Di 29’ê Gulanê de Kongra Star a Kampa Waşokanî  û Serêkaniyê dest bi pêşhilbijartinên namzedên jin ên hevşaredariya  kir. Di encama pêşhilbijartinê de Maha Meyî bi serket.

Îro jî PYD’ê û Kongra Star des bi pêşhilbijatina namzedê mêr ên hevşaredariya Kampa Waşokanî û Serêkaniyê kir. Pêşhilbijartin li Navenda Meclisa Kampa Waşokanî û Serêkaniyê pêk tê.

Namzedên mêr ên hevşaredariyê ku beşdarî pêşhilbijartina li Kampa Waşokanî û Serêkaniyê bûn wiha ne: Elî Henemo, Ibrahîm Şêxo Elbayram, Idrîs Ehmed Hacî , Hisên Mihemed, Ebid rezaq Elî û Salih El Xidir.

Pêşhilbijatina ku di seat 9:00’an de dest pê kir, seat 15:00’an dê bi dawî bibe. Endamên Kongra Star, Meclisa Malbatê Şehîdan, PYD’ê û Hêza Parastina Civakî berê xwe dan navendên hilbijartinan û dengê xwe dan.

Hilbijartin bi rengekî dîmokratîk dewam dike. Piştî serjimariyê dê encam bi daxuyaniyekê were eşkerekirin.