JINNEWS: Di meha Gulanê de 18 jin hatin kuştin 25 jî bi guman mirin

Li gorî çeteleya tundiyê ya meha Gulanê ya JINNEWS’ê 18 jin hatine kuştin û 25 jinan jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan – Çeteleya tundiyê ya meha Gulanê ku ajansa JINNEWS’ê ji nûçeyên di çapemeniyê de hatine weşandin, berhev kirine, carek din tundiya mêr eşkere kir.  

Li gorî daneyên JINNEWS’ê berhev kiriye, li bajarên Tirkiye û Kurdistanê di meha Gulanê de 18 jin û 2 zarok hatine kuştin, 25 jinan jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.

Kiryar ên herî nêz in

4 jin ji aliyê mêrên bi wan re zewicandî ve, 2 jin ji aliyê mêrên nas dikin ve, 2 jin ji aliyê mêrên hevberdayî ve, jinek ji aliyê xalê xwe ve, jinek ji aliyê kurê xwe ve, 2 jin ji aliyê mêrên bi wan re dijîn, jinek ji aliyê biraziyê xwe ve hat kuştin.

Li gorî bajaran

Li Kayseriyê 1, li Burdurê 1, li Meletiyê 1, li Antalyayê 1, li Konyayê 2, li Stenbolê 1, li Mersînê 1, li Çanakkaleyê 1, li Kirklareliyê 1, li Xarpêtê 1, li Hatayê 1, li Agiriyê 1, li Konyayê 1, li Îzmîrê 1, li Kocaeliyê 1, li Kirşehîrê 1, li Denîzliyê jî jinek hat kuştin.