Li Kampa Holê Operasyona ‘Ewlehiya Domdar’ destpê kir
Yekîneyên Parastina Jin, Hêzên Sûriya Demokratîk û Hêzên Ewlekariya Hundurîn bi daxuyaniyeke çapemeniyê Operasyona ‘Ewlehiya Domdar’ li Kampa Holê û derûberên wê ragihandin.
Hesekê – Kampa Holê ya ku bi 40 km Rojhilatî bajarê Hesekê dikeve, penaberên Îraqê, koçberên Sûriyê, malbatên çeteyên DAIŞ’ê, jin û zarok tê de 39 hezar 899 kes hene. Li vir, ji bo xeteriya ji nû ve zindîbûyîna DAIŞ’ê ji hêla YPJ (Yekîneyên Parastina Jin), QSD (Hêzên Sûriya Demokratîk) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve di nav 3 salên borî de 3 qonax ji Operasyona Mirovî û Ewlehiyê dabûn destpêkirin.
Wekî dewamiya wan operasyonan YPJ, QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê li Kampa Holê Operasyona “Ewlehiya Domdar” bi amadebûna Berdevka Ragihandina YPJ Rûken Cemal, Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kampa Holê Jiyan Mihemed, Endamê Fermandariya Meclisa Leşkerî a Kantona Cizîrê Ebcer Dawûd û Endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kantona Cizîrê Qehreman Mûrad ragihandin.
Daxuyaniya destpêkirina Operasyona “Ewlehiya Domdar” bi zimanê Kurdî ji aliyê Berdevka Ragihandina YPJ’ê Rûken Cemal ve, bi zimanê erebî ji aliyê Qehreman Mûrad ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Zêdetirî salekê ye tevger û êrişên terorî yên DAIŞ’ê li kampa Holê û derdora wê, bi taybetî jî li gundewarên başûr û bakurê bajêr zêde bûne. Ev şaneyên terorî gelek êrişên hovane li dijî şêniyên kampê û Hêzên Ewlekariya Hundurîn pêk anîn û plan dikirin êrişên cuda ku di demên borî de ji aliyê hêzên me ve hatin têkbirin û endamên wan şaneyan hatin girtin, hewldan li seranserî herêmê pêk bînin.
Li hemberî van plan û êrişan hêzên me yên ewlekarî û parastinê gelek çalakiyên pêş wext pêk anîn û bi domdarî zext li van şaneyên terorî kirin da ku tevger û xebatên wan asteng bikin. Li ser vê bingehê gelek encamên erênî hatin bidest xistin. Bi vê re gelek êrişên terorî yên mezin, şane û berpirsên wan hatin bê bandorkirin û nekarîn armancên xwe yên têkbirina ewlehî û aramiya heremê pêk bînin.
Kampa Holê û zindanên ku endamên rêxistina DAIŞ’ê di nava xwe de dihewînin, ji bo rêxistina terorî xwedî girîngiyeke mezin e. Ji ber wê di dema borî de gelek caran hewldan xwe bighînin kampê û şaneyên xwe bixin tevgerê. Herêmên Çolî û dûr yên derdora bajarê Hol û Şedadê bûbû navenda rêveçûna çalakiyên terorî ku plan dikirin ji van deveran êrişê kamp û zindanan bikin. Hemwextî van planan, tevgera şaneyên terorî di nava kampê de zêde bûn û gelek caran hewl dan ku fîrar bikin û aloziyê di nava feyzên kampê de çêkin da ku lêhûrbûna hêzên ewlekariyê ku berpirsên kampê ne belav bikin.
Gûmana ji nû ve vegera rêxistina DAIŞ’ê
Di dema ku cîhan bi şerên cihêreng ên Rojhilata Navîn re mijûl e, gûmana ji nû ve vegera rêxistina DAIŞ’ê rastiyeke û divê em li hemberî wê rawestin. Bi taybetî herêmên çolê yên dûr ku DAIŞ ji bo xwe weke stargeh bikar tîne. Bi van êrişan armanc dike ku endamên xwe bighîne malbatên wan da ku ji nûve wan çalak bike. Sala borî gelek hewldanên xwe gihandina kampa Holê û zindanên girtiyên DAIŞ’ê yên bakur-rojhilatê Sûrî hatin tomar kirin. Endamên rêxistina terorî van baregehan weke armancên sereke û stratejîk ji bo şaneyên xwe dibîne, her wiha weke amûreke sereke ya propagandayê bi awayek xurt bikar tîne.
Li hemberî van hewldanan, hêzên me bi awayek dilsoz û pispor nêzî planên şaneyên terorê bûn û her demê tekez kirin ku ew amade ne da ku şaneyên DAIŞ’ê ji holê rakin û çavkaniyên terorê zûha bikin.
Weke dewamiya têkoşîna me ya domdar û bi piştgiriya hêzên Koalîsyona Navnetewî îro em pêngava “Ewlehiya Domdar” radighînin. Operasyona me bi armanca kontrolkirina kampa Holê û derûberên wê, her wiha ji bo li bermahiyên DAIŞ bigere û hevkarên wê zevt bike. Wê ev operasyona me kampa Holê û gundewarên wê ji terora DAIŞ paqij bike û ewlehiya vê herêmê pêk bîne.
Parastina ewlehiya heremê
Ev operasyon li ser bingehê agahî û mukurhatinên endamên DAIŞ’ê ku beriya niha bi demekê hatibûn girtin hate destpê kirin. Ev agahî dest nîşan dikin ku şaneyên terorî yên DAIŞ’ê careke din li herêmên çolistanê çalak bûne û planên êrişên nû dikin. Di dîroka 26’ê Îlonê dewriyeke Hêzên Ewlekariya Hundurîn li ser riya Hol-Şedadê rastî êrişeke xedar hatin û di encamê de 3 endamên Asayîşê şehîd bûn. Ev êriş careke din bi bîra mirov dixe ku terora DAIŞ’ê hê jî xeterî li ser herêmê ava dike û destnîşan dike ku teqez divê em operasyoneke giştî û berfireh li dijî van şaneyên terorê pêk bînin û wan têk bibin.
Li ser vê bingehê hêzên Operasyona “Ewlehiya Domdar” ku ji Yekîneyên Parastina Jin YPJ, Hêzên Sûriya Demokratîk QSD û Hêzên Ewlekariya Hundurîn pêk tê, tekez dike ku ew bi israre bi awayek xurt li hember van şaneyên terorî raweste û operasyonê bi awayek serkeftî bi encam bike da ku herêmê ji her awayî hewldanên têkbirina aramî û ewlehiya herêmê biparêze."