Li Iraqê rewşa jinên Iraqî û Êzîdî hatin nîqaş kirin
Rêxistina Geşepêdana Civakî ya Temuz, bi hevkariya Tora Jinên Iraqê bi panêlek diyalogî ji bo beşdariya jinan di cihên biryardayînê de û komkujiya ku Êzîdî pê re rû bi rû mane li darxist.

RECAA HEMÎD REŞÎD
Iraq – Bi beşdarbûna komeke bijarte ji akademîsyenên jin, çalakvanên mafên mirovan, pisporên medyayê, rêxistinên civaka sivîl û hejmarek ji namzetên jin ji bo hilbijartinên pêş de, Rêxistina Temuz a ji bo Geşepêdana Civakî, bi hevkariya Tora Jinên Iraqê, duh li paytext Bexdayê semînerek diyalogê bi sernavê "Ji paşguhkirinê ber bi Bandorê ve: Beşdariya siyasî ya jinan wek amûrek ji bo kêmkirina şîdetê û pêşvebirina edaleta civakî" li dar xist.
Armanc ew bû ku cihê jinan di nav cihên biryardayînê de nîqaş bikin, her wiah di panêlê de bal hate kişandin ser fermana 74 'an a ku gelê Êzîdî sala 2014'an de pê re maye û kêşe û trajediyên ku wê demê hatine jiyîn.
Panêl bal kişand ser cihên jinan di biryardayînê de
Seroka Rêxistina Geşepêdana Civakî ya Temuz û endama Desteya Rêveber a Tora Jinên Iraqê, Viyan Şêx Elî armanca panêlê da zanîn û wiha got: "Ev panêl armanc dike ku rola jinan ji bo beşdarbûna bibandor di cihên biryardayînê de çalak bike. Her wiha gihîştina parastina zagonî, parastina ji tundiyê, gihîştina mafên jinan û pêşvebirina statuya jinan, misoger bike. bi nêzbûna pêvajoya hilbijartinan, ev panêl hate li darxistin. Me ji performansa parlementoyê gelek êş kişandiye, bi taybet di derxistina zagonên ji bo têkoşîna li dijî tundiya li dijî jinan û serarsatkirina zagonên ku destkeftiyên jinan bidest xistibûn wek zagona Rewşa Kesane. Ji ber vê hewceyî bi çalakkirina rola jinan di cihên biryardanê de, ji bo parastina yasayî bi dest bixin û mafên jinan temînat bikin."
Parastina yasayî ji bo beşdariya siyasî ya jinên Iraqî divê
Dr. Buşra Selman Husên tekez kir ku pêwîst e jin ji bo beşdarbûna xwe ya siyasî parastina cezayî bistînin, ji ber ew bi binpêkirinên ku beşdarbûna wan a siyasî sînordar dikin, dimînin. Buşra Husên wiha axivî: "Ji ber vê ev parastin divê bi riya parastina ji van binpêkirinan bi rêya krîmînalîzekirin û cezayê cezayî û teşwîqkirina wan, sûd girtina ji mafên aborî, civakî û çandî, rêzgirtina mafên wan ên siyasî hewl bide. Ji ber ku hilbijartinên azad û dadperwer bê ku rêzikên cezayî yên têr an bibandor hebin, nayên bidestxistin. Di çareserkirina binpêkirinan de lawazî heye, her wiha bêdengiya qanûndanêr li ser krîmînalîzekirina gelek kiryar û reftaran heye ku êrîşeke cidî li ser azadî û beşdariya jinan di pêvajoya hilbijartinê û birêvebirina wê ya baş de pêk tîne. Di heman demê de pêwîstî bi sererastkirina hin nivîsên Qanûna Hilbijartinê ya Meclîsa Nûneran jî heye."
'Hê jî zagonek ku edaletê li Êzîdiyan bike nehatiye bidest xistin'
Buşra Husên diyar kir ku bandora komkujiyên li Şengalê ne tenê bi civaka Êzîdî ve sînordar e, lê ew ji bo hemû gelê Iraqê birînek kûr û bi êş e, ji ber ku ev trajedî bandorê li mirov di wijdan, şeref, rûmet û tevahiya hebûna wî de dike. Buşra Husên wiha pê da çû: "Ji sala 2014'an heta îro, me ji bo vê civakê tu edaletek rastîn nedîtiye û me mafên wan jî heta bi awayên herî hêsan ên edaletê, vegerandine nedîtiye. Sûcdarên ku ev hovîtî li dijî wan kirine, nehatine darizandinên adil. Em hê jî di derxistina qanûnek de bi ser neketin ku edaletê li Êzîdiyan bike an jî tiştê ku ew rastî wan hatine wekî sûcê qirkirinê nas bike ku bersivek adil a hiqûqî û mirovî heq dike. Hin ji sûcdar û yên li pişt vî sûcî hê jî ji parastinê sûd werdigirin. Ji bo bidestxistina mafên Êzîdiyan em ê têbikoşin û esîrên jin rizgar bikin."
Trajediyek mezin bi serê gelê Êzîdî hat
Cîgira Serokê Hevpeymaniya Alternatîf Şrûq El-Abaycî, salvegera êşdar û dilşikestî ne tenê ji bo gelê Êzidî, lê ji bo tevahiya gelê Iraqê bi nav kir û got: "Ew wek trajediyek bêhempa di dîroka nûjen de û trajediyek ku di vê serdemê de qewimî ye. Ew di nav hûrguliyên xwe de hemû hovîtî û barbariya Serdema Tarî hildigire, ku dîrok qet wek wê nedîtiye. Me dît bi çi awayî jinên Êzîdî direvînin, dikujin û koçber dikin. Ev binpêkirin di nav bêdengiyek cîhanî de pêk hat. Qanûnek taybet ji bo qurbaniyên DAIŞ'ê hatiye derxistin, lê em nizanin ew ê çiqas cidî were bicîhanîn. Mixabin herêma Şengalê bi xwe jî paşguhkirî û nepêşkeftî maye. Her wiha miletê wê bi xwe karûbarên herêmê pêk tînin û xwe diparêzin. Divê rayedarên Iraqî girîngiyê bidin hebûna gelê Êzîdî û parastian wan bikin."
'Tu gotin nikarin êşa jinên Êzîdî bînin ziman'
Parêzer Nîran El-Zuhawî jî wiha got: "Ez bawer nakim ku ti Iraqiyek dikare vê rojê ji bîr bike, bêyî ku etnîsîte an navên wan çi bin. Ew hemû beşek yekgirtî ya gelê Iraqê ne. Civaka Êzîdî li welêt cîran û şirîkê me ye. Trajediya wê ji bo me hemûyan şokek êşdar bû. Di vê rojê de, peyv têrê nakin ku tirs û xofên trajediya ku qewimî, bandorên wê yên psîkolojîk, civakî û mirovî yên ku em hê jî dikişînin, rave bikin. Tevî hewldanên mezin ên rêxistinên civaka sivîl û hin pêkhateyên din ku hewl dan beşdarî kêmkirina trajediyê bibin, heta tewra têgeha jiyana aştiyane jî ku diviyabû piştî trajediyê li vê herêmê ji nû ve bihata damezrandin, baldariya pêwîst negirt ser xwe. Tiştê ku jinên Êzîdî pê re rûbirû man ne tenê binpêkirinek e, lê sûcê li dijî mirovahiyê ye. Em bang li hikûmeta Iraqê dikin ku mafên gelê Êzîdî misoger bike û dosyeya vegera koçberan garantî bike. divê piştevaniya psîkolojîk û dermankirina civakî ji wan re bê dayîn."