Pegah Ahangaranî li Cannesê fîlma xwe diyarî dayîkên li edaletê digerin kir
Pegah Ahangaranî di 79’yemîn Mihrîcana Fîlman a Cannesê de fîlma xwe ya bi navê ‘Temrînên ji bo Şoreşê’ diyarî dayîkên li edaletê digerin kir, derbarê darvekirin, qutkirina înternetê û berxwedana gelê Îranê de axivî.
Navenda Nûçeyan – Lîstikvan û derhênera fîlman a Îranî Pegah Ahangaranî, di 16’ê Gulanê de di 79’yemîn Mihrîcana Fîlman a Cannesê de di pêşandana fîlma xwe ya dawî,‘Temrînên ji bo Şoreşê’ (Rehearsals for a Revolution), diyarî dayîkên ku zarokên xwe di rêya têkoşîna azadiyê de winda kirine kir.
Fîlm di beşa ‘Nîşandanên Taybet’ a Mihrîcana Fîlman a Cannesê de hate pêşandan. Ahangaranî beriya pêşandanên, bi ekîba fîlm re derket ser dikê derbarê şertên zor ê gelê Îranê dijî axivî. Kêfxweşiya xwe ku kariye bi vê rêyê beşek ji têkoşîna demokrasî û azadiya gelê Îranê bîne ziman îfade kir.
Di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa niha ya Îranê
Pegah Ahangaranî di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa niha ya Îranê û got: “Gelê Îranê rojên ‘zor û giran’ dijîn.” Li gorî wê ev pêvajo, li gel qutbûnên înterneyê, zextên zêde yên ewlehiyê, nûçeyên darvekirinê yên li pey hev tên û di siya gefa şer de tê jiyîn. Tevî van hemû zextan gel ji bo bigihin azadiyê berxwedanê didomînin.
Lîstikvan û derhênera Îranî îşaret bi biryardarî û berxwedana civaka xwepêşander li Îranê kir û da zanîn ku ew bawer dike ku ev rewş dê mayînde nebe û gel dê di dawiyê de bi hevre azadiyê bijîn.
Pêşandana fîlmê ‘Temrînên ji bo Şoreşê’ di Mihrîcana Fîlman a Cannesê di demek ku di salên dawî de hejmarek hunermend û derhênerên fîlmê yên Îranî rewşa mafê mirovan û xwepêşandanên wan di platformên nevneteweyî de kirine rojev pêk hat. Bi taybet piştî xwepêşandanên ‘Jin Jiyan Azadî’ berhemên navneteweî ku geşedanên civakî û siyasî li Îranê kirine mijar di çalakiyên sînemayê de cih girtin û di aliyên çandî û medyayê de deng veda.
Mihrîcana Fîlman a Cannesê wekî yek ji çalakiyên herî girîng ê sînemayê ye û her sal ji welatên cûda derhêner, lîstikvan û kesayetên çandî pêşwazî dike. Hebûna sînemagerên Îranî divê mihrîcanê de, gelek deman tenê wek beşdariyek a hunerî nayê dîtin, dibe platformek ku pirsgirêkên mafê mirovan, siyasî û civakî yên li Îranê tînin ziman.