Li Iraqê jin ji bo mafên xwe têdikoşin
Jinên Iraqê rastî gelek zextên weke ne aramiya siyasî, xirabbûna mafê jinan û azadiya îfadeyê tên, ji bo li welat pêkanîna aramî û pêşketinê çi ji destê wan tê dikin.

YARA EL-XELÎF
Navenda Nûçeyan – Li Iraqê jin bi gelek zehmetiyan re rû bi rû tên. Jin piştî şer û pevçûnên bi salan berdewam kirine, bi taybet di qadên civakî, aborî û siyasî de li dijî cûdahî, tundî û bê edaletiyê têdikoşin. Lê belê hertim hewl didin pêşbikevin û rewşa xwe baş bikin.
Dibin geşedanên siyasî de jinên Iraqê
Rewşa siyasî li Iraqê hertim di nava guherîn û tevliheviyekê deye. Ji ber kûrewîbûna siyasetê, bandora şerên herêmî, gendelî, pevçûnên etnîk û meshebî , rewşa jinan a tenduristî, perwerde, aborî û siyasî xirab dibe. Kêmaniya hiqûqê, dibe sedemê bazirganiya mirovan û kedxwariya zayendî.
Tundiya ku jin di demên krîza siyasî de rast tên, gelek zoriyên weke cûdakarî û windakirina firsendan zêde dibe. Rêjeya jinan a beşdariya hêza kar dibin ji sedî 15’an de ye. Ev jî mafê jinan ji destê wan digre û tundiya li dijî wan zêde dike.
Kevneşopiyên kûrewî, derbarê mafê jinan de kêmaniya hişyariyê û ne aramiya polîtîk, derfetên jinan ên kar û perwerdeyê sînordar dike, wan di rolên kevneşop de teng dike.
Jinên ku bi pirsgirêkên weke tundiya zayendî, bazirganiya mirovî, ne ewlebûna aborî, kêmaniya xwegihandina xizmeta tenduristiyê di qirika hev deye, ji mafê jiyanek bi ewle û rûmet bê par dimînin. Ji bo ev rewş were guherîn divê sedemên wê ji kokê were destgirtin û divê berpirsyar hesab bidin.
Ji bo bihêzkirina mafê jinan û zêdekirina beşdariya jiyana civakî û siyasî, aramiya welat û di aliyê pêşketina bi dome de hewcedariyek bingehîne.
Yasaya Statuya Kesî
Guherîna yasaya Derbarê Rewşa Kesane de di 21’ê Çileyê di parlementoya Iraqê de derbas bû, rastî bertekên mezin hat. Guherînên ku di yasayê de hatin kirin, mafê jinan yê mirovî û hiqûqî bi awayek cidî binpê dike, rêjeya hevberdanê zêde dike û bandorek nerênî li ewlehiya civakî ya zarokan dike.
Bi sedan jinan vê guherînê şermezar kir û li Bexda çalakî li darxistin. Pankartên ku li ser ‘Yasa li bingehê meshebî ne derbasdare’, ‘Ji zewaca zarokan re na’ berz kirin.
Li gora daneyên UNICEF, li Iraqê ji sedî 7’ê jinên li Iraqê dibin 15 salî de hatine zewicandin. Rêjeya beriya 18 salî hatin zewicandin ji sedî 28’ e.
Di 4’ê sibatê de Dadgeha Bilind a Federe ya Iraqê, derbarê Yasa Rewşa Kesane, Efuya Giştî û radestkirina milk ji bo xwediyê wan sê yasayê bê nîqaşkirin sekinand.
Nîşaneya rojnamegerî û demokrasiyê
Ji guherîna rejîma 2003’an heta niha tevî 20 sal derbas bûye, li Iraqê azadiya çapemeniyê û gihandina agahiyan hê jî sînordare. Pêşnûmeqanûna zagona azadiya çapemeniyê, ji aliyê rojnamegeran û aktivîstan ve li beramberî azadiya îfadeyê weke gef tê dîtin.
Di nava du mehên dawî de derbarê rojnamegeran de doz hatin vekirin. Rojnameger Zeyneb Rebî ragihand ku, ji aliyê Serok Muhammed Şiya es- Sudanî ve doza ‘Heqretê’ lê hatiye vekirin. Anî ziman ku wê rexneyên xwe bi domîne.
Rojnamegera Kuwetê Fecr Said jî di heman mehê de ragihand ku bi awayekê heman doz lê hatiye vekirin.
Li gorî endeksa demokrasî, Iraq di nava 167 welatan de heta rêza 124’an paşket û weke ‘rejîma otorîter’ hate sinifkirin. Ev ji sala 2006’an heta niha skora ketiye.
Tundiya di nava malbatê de: Sucê li dijî zarokan
Tundiya di nava malbatê de, yek ji awayên tundiya herî zêde li dijî jinane. Jin li dijî vê tundiyê ji ber kêmaniya destekê û zextên civakê, neçar dimînin bêdeng bibin.
Di 2’ê sibatê de Navenda Stratejiya Mafê Mirovî, ragihand ku di sala 2024’an de 14 hezar bûyerên tundiya di nava malbatê de hatiye qeydkirin. Ji vana ji sedî 6 jê li beramberî zarokan bû. Piraniya wê tundiya fîzîkî ne.
Tundiya li dijî zarokan ji sedî 73’ê li dijî zarokên keç, ji sedî 27 li dij zarokên xort tê dîtin. Bûyer herî zêde li Bexda hate qeydkirin (Ji sedî 31). Ev rêje bûyerên ku nehatin ragihandin dema were li berçavgirtin dibe ku hê zêdetir be.
Perwerdeya zarokên keç
Li Iraqê pergala perwerdê rastî gelek pirsgirêkan tê. Şer, krîzên aborî û kêmaniya bînesazî bandorek nerênî li perwerdê dike. Li gundan hê dibîstanên ku bi kerpîçan hatine çêkirin tê dîtin. Kêmaniya mamostayên bi perwerde jî zêde ye.
Li herêmên gundewar de xizanî, zewacên temenê biçûk, mesafeyên dûr û nirxên kevneşop, dibe sedem ku zarokên keç dest ji dibîstanê berdin.
Li gorî daneyên Save the Children, di navbera 15-19 salî de ji her 14 zarokên keç yek dibe dayîk. Li gora UNICEF, di sala 2023’an de rêjeya berdewamiya zarokên keç ya dibîstana seretayî ji sedî 73’ye, dibîstana navîn ji sedî 47’an amadeyi ji sedan 43’ ye.
Divê perwerde were halê neçar û bê mûçe, divê desteka madî ji bo malbatan bê dayîn, û zarokên keç teşwîqî perwerdê bê kirin.
Rewşa hawirdor û mirovî
Guherîna avhewayê, li Iraqê hem bi riya hişkesalî û hem jî bi rêya lêhiyê krîzek cidî ava dike. Irak welatê 5’yemîne ku herî zêde ji guherîna avhewayê bandor dibe.
Nêzî 1.17 milyon kes hê di kampên koçberiya navxweyî de dijîn. 3 milyon kes (1.3 milyon zarok) pêwîstiya wan bi alîkariya mirovî heye. Bi taybet dayîk dema hewl didin pêwîstiyên bingehîn ên zarokên xwe pêkbînin rastî şertên zehmet tên.
Li beramberî Wezareta Koçê ya Iraqê, sûcê ku mûçeyê ku ji bo koçberan hatî veqetandan bi gendelî ji derveyî armancê bi karanîne heye.
Bê eleqederbûna rayedaran li beramberî vê dosyayê, dibe sedem ku nifşek di nava cehalet û xizaniyê de bên dinê. Mirovên ku ev 10 sale di konan de dijîn, bi nexweşiyên şewbê re têdikoşin.
Tevî vê yekê jinên Iraqê, ji bo guherîn û wekheviyê têkoşîna xwe ya civakî û polîtîk di domîne. Destekdayîna van hewldanan, di pêkanîna edaleta civakê de girînge.