Li Idlibê kesên bi Sendroma Downê li kampan zehmetiyan dikşînin
Derûnînas Wafa Al-Taweel diyar kir ku kesên bi Sendroma Downê li kampên Idlibê, bakurê Sûriyeyê rastî gelek zehmetiyan tên û bang kir ku ji derveyî xebatên hişmendiya civakê divê perwerdeyên taybet werin dayîn.
HADEEL Al-OMAR
Idlib – Jinên koçber ên Bakurê Sûriyê rastî gelek zehmetî û zextan tên. Ev rewş ji bo kesên xwedî pêdiviyên taybet trajîktir dibe. Bi taybetî jinên bi Sendroma Downê li kampên ku lê dijîn rastî gelek zehmetiyan tên. Digel ku ya yekem ji wan kêmbûna lênêrînê û guhdanê ye, pirsgirêkeke din a girîng jî ew e ku nikarin xizmetên perwerdeyî, derûnî û bijîşkî werbigirin di hawîrdoreke xizanî de.
Rawaa Al-Bakro ya 14 salî ya bi Sendroma Downê li kampa başûrê bajarê Idlibê di nava tenêtî û îzolasyona civakî de dijî. Dayika wê Maryam Al-Bakro ya 48 salî wiha got: “Tevî ku keça min bi Sendroma Downê ye, bi aqil û hişyar e. Dixwaze weke zarokên din ên keç jiyana normal bijî. Civak mirovên bi Sendroma Downê weke astengdar û mijara henekê dibînin. Helbet ez ji vê rewşa keça xwe bi bandor dibim. Navekî xweş ê keça min heye lê belê navên ku dilê wê dişkînin lê dikin. Kêm mirov bi navê wê bang lê dikin. Ev rewş hê zêdetir bandorê li psîkolojiya wê dike.”
Aseel Al-Bahbouh ya 11 salî ya bi Sendroma Downê ji ber zarok naxwazin pê re bilîzin her dem li koşeyekê bi tenê rûdinê. Li kampek li kenarên bajarê Sarmada dijî, li kampê her çendî çalakiyek bi kêf tunebe jî her dem bi rûyê xwe yê bi ken aramiya xwe diparêze. Aseel Al-Bahbouh her dem bi pisîka xwe ya biçûk re dilîze, di dema gera rojane de li ser defterek kevin li kolanê kulîlkan xêz dike.
‘Kesên bi Sendroma Downê gelek zehmetiyan dikşînin’
Derûnînas Wafaa Al-Taweel bal kişand ku baweriyên xelet ji bo jin û zarokên keç ên bi Sendroma Downê weke astengdar dizanin hene û got: “Di heman demê de ji xizmeta tendirustiyê jî bêpar dimînin. Derfeta beşdariya nava civakê û perwerdeyê nabînin. Jin û zarokên keç ên bi Sendroma Downê bi hezkirin û dilovanî karekterîze dibin û ji bo vê jî ji bo yekbûna civakê pêwîstî bi perwerdeyên taybet heye. Kesên bi Sendroma Downê kesên IQ’ya wan zêde ye. Di qadên cuda yên huner û zanistê de xuliqkar in. Lê belê di kampên Idlibê yên hatine jibîrkirin de gelek zehmetiyên bingehîn dijîn.”
‘Divê di civakê hişyarî di vî warî de çêbibe’
Wafaa Al-Taweel destnîşan kir ku divê şertê van koman bi lênêrîna malbat, rênîşana tibî û bi riya sîstema heyî werin başkirin û got: “Mînak ji bo sûddayîna vê komê di her qadê de bi hêz bibe divê li her derê ji bo wan dibistanên taybet ava bikin. Li dijî vê koma ku ji civakê hatiye dûrxistin, der barê wê çawa bi awayekî aqilane û berpirsyar nêz bibin de divê hişyariya civakî ava bikin.”