Li Hesekê xebatek giranbûha: Hefteya Wêjeyî

Rewşenbîr Şêrîn Ebasî ya ku beşdarî Hefteya Wêjeyî ya li Hesekê bû balkişand ser girîngiya jinan a di wêjeyê de û bang li jinan kir ku bi pênûsa xwe li destkeftiyên şoreşê xwedî derkevin.

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Hefteya wêjeyî ya sala 2025’an ku ji aliyê Dîwana Wêjeyî a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hat orgenîzekirin, li salona Xabûr a taxa Til Hecer a bajarê Hesekê ya kantona Cizîrê, di bin dirûşmeya “Li Sûriyeyê rola wêjeyê ya di pêşxistina gotûbêj û danûstandina çandî de” hat lidarxistin.

Pênc rojan li ser wêjeyê nîqaş hatin kirin

Di roja yekem de, li ser rola wêjeyî ya di pêşxistina diyalogê û qebûlkirina çanda pêkhateyan a di Sûriyeyê de, roja duyemîn li ser zindîkirina çandê ya piştî qirkirin û binpêkirinan, roja sêyemîn li ser doz û wêjeya jinê di Sûriyeyê de, roja çaremîn li ser wêjeya jinê di navbera Şam û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, roja pêncemîn li ser dozên rexnekirin û wêjeyê, roja şeşemîn û dawî jî li ser ‘girîngiya rexnekirinê di wêjeyê de û qebûlkirina wê nîqaş hatin kirin.

‘Dîroka bê nivîs dîrokek wenda ye’

Rewşenbîr Şêrîn Ebas ku beşdarî hefteya wêjeyê bûye, destnîşan kir ku rola jinan di pêxistina wêjeyê de roleke bingehîn e û wiha pê de çû: “Di Şoreşa Rojava de jinê rolek girîng di wêje û nivsandinê de lîstiye.  Her wiha di riya wêje û nivîsê de jinê bi pênûsa xwe xwest doza jinê û rola wê di hemû qadên jiyanê de bîne ziman û tekoşîn û berxwedaniya ku dimeşîne, binvîse. Ji bo ku nivîsa wê di dîrokê de bibe şahid, nivîsandin tiştekî pir girîng e. Dîroka bê nivîs, dîrokek wenda ye.”

‘Jin bi wêje û pênûsa xwe xwedî li deskeftiyên Şoreşa Jinê derdikeve’

Şêrîn balkişand ser girîngiya nivîsandinê ya bi pênûs û zanista jinê jî. Şêrîn wiha got: “Di vê hefteya wêjeyî de 2 roj bi taybetî li ser doza jinê û rola wê ya di wêjeyê de hene. Armanca me, em bikarbin kar û xebatên salane yên wêje û nivîskaran binirxînin û em bizanin ku çawa emê kar û xebatên xwe bipêş bixin. Pir girîng e ku kêliyên dîrokî û deskeftiyên şoreşa jinê bi pênûs û zanista jinê were nivîsandin. Ji bo ku jin xwedî li van kêliyên dîrokî û keda bi salan derkeve. Pêwîst e jin di vê qadê de xwe baş ava bike û bibe bersiva li hember planên qirkirin û tunekirinê.”

Banga li jinan

Şêrîn li ser girîngiya rola jinan a di wêjeyê de sekinî û di dawiya axaftina xwe de bangek wiha kir: “Banga me ji tevahî jinan re ku xwedî li wêjeyê derkevin. Jin bi wîcdan, hest û zanista xwe wê xwedî li deskeftiyên şoreşê derkeve û pênûsa xwe bike dengvedana tekoşîna hemû jinan.”