‘Li herêmên di bin kontrola rêveberiya demkî de jin tên qetilkirin’
Endama Kongra Star Rodîn Îsa anî ziman ku li herêmên ku di bin kontrola rêveberiya demkî ya Şamê de ne, jin bi awayekî hovane tên qetilkirin û got ku rêveberiya demkî jinan di nava xwe de qebûl nake.
NEXEM ÇAÇAN
Qamişlo- Rêveberiya demkî ji dema ku li Sûriyeyê hatiye ser desthilatdariyê ve heta niha li dijî jinan maf, hebûn û nasnameya wan kiryarên xwe didomîne. Tevî hewldanên berdewam ên li hinek deveran, ji bo peydakirina xizmetên bingehîn, jin ji jiyana siyasî û aborî dûr dimînin, rola wan bi sînor e. Li deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di bin kontrola Rêveberiya Xweser de ne, jinan destkeftiyên girîng bi dest xistine. Di her warî de xwedî gotin û pratîk in.
Endama Kongra Star Rodîn Îsa ji ajansa me re tekez kir ku li deverên di bin kontrola rêvebriya demkî de ne jin bi awayekî hovane tên kuştin.
Rodîn Îsa diyar kir ku di rêveberiya demkî de mafên jinan tune ye û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Dema ku rêveberiya demkî hat avakirin, ji roja destpêkê ve diyar bû ku jinan de nava xwe de qebûl nake, ji ber ku sîstemeke tund e li dijî hebûna jinan e. Deverên ku di bin kontrola rêveberiya demkî de ne, her roj jin bi awayekî hovane tên kuştin.”
‘Rêveberiya demkî rêxistinên jinan qebûl nake’
Rodîn Îsa da zanîn ku di jiyanê de rola jinan di her warî de heye, yên teşe didin jiyanê ji nin û wiha pêde çû: “Jin jiyanê ava dikin, afrîner in, dayîk in, di warê bi rêveberina jiyanê de. Rêveberiya demkî rêxistinên jinan jî qebûl nake. Ji dîroka kevnar ve heta niha jinan şer kirine heta ku welatên xwe bi dest xistine, ji ber vê dîrok û roja îro bi hev ve girêdayî ye loma dê rola jinan her dem hebe.”
‘Em jinên serbixwe û azad in’
Rodîn Îsa tekez kir ku tu kes nikare berxwedan û têkoşîna jinan bişkîne û wiha berdewam kir: “Felsefeya Jin Jiyan Azadî li her deverê belav bûye. Armanca me ew e ku em xwe bi xwe bi rêve bibin. Em jinên serbixwe û azad in çi bikin jî nikarin berxwedan û têkoşîna me bişkînin. Em weke rêxistinên jinan soz didin gelê Kurd. Em ê li ser xaka xwe bin, xwedî li Kurd, Kurdistanê û mafên jinan derbikevin û biparêzin. Jin roja îro xwedî bîrdozî û rêxistin in, tu kes nikare li ser mafên wan biryar bigre.”
‘Jinan bi tîpên zêrîn dîrok nivîsandin’
Rodîn Îsa bal kişand ku li deverên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de jin di her alî de tên qebûlkirin, roleke girîng dilîzin û wiha bi dawî kir: “Li Rojavayê Kurdistanê rêxistina jin hatiye avakirin, jin bi xwe xwe bi rêve dibin, di aliyê ziman, çand, aborî, siyasî û leşkerî de roleke girîng dilîzin. Bi fikir û felsefeya Jin Jiyan Azadî xwe perwerde dikin û gavên mezin davêjin. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi navê jinan belav bû, jinan bi tîpên zêrîn dîrok nivîsandin.”