Li herêma Kurdistanê ji ber êrişan dibistan ketin betlaneyê
Komên bi çek ên nêzî Îranê, bi dronan gelek xal li herêma Kurdistanê kirin hedef.
Navenda Nûçeyan – Şevê din komên bi çek ên nêzî Îranê, gelek xal li Başûrê Kurdistanê bi dironan kir hedef. Ji ber zêdebûna êrîşan dibistan ketin betlaneyê.
Yek ji cihên ku hatin hedefgirtin, Zewya Spî û kampa Azadî ya li navçeya Koye bû. Têkildarî ziyanên êrîşan ti agahî nehate parvekirin.
Her wiha şevê din li Hewlêr sê êrîşên bi dronan pêkhat, lê diron li hewayê hatin bêbandorkirin.
Yek ji cihên ku bûye hedefa êrîşan çiyayê qereçox yê Mexmûrê ku hêzên pêşmerge lê bûn.
Li aliyê din hate diyarkirin ku ji ber zêdebûna êrîşan, îro li Hewlêr, Silêmanî, Dihok, Soran û Koye dibistan ketine betlaneyê.