Li Helebê çalakî: Gelek çete hatin kuştin

Li Heleba ku êrîşên çeteyan didomin, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Şêx Meqsud li hemberî êrîşên komên çeteyan çalakiyên fedayî kirin. Di çalakiyê de gelek endamên çeteyan hatin kuştin.

Heleb- Li taxa Şêx Meqsud a Helebê, berxwedana gel û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li dijî êrîşên hovane yên komên çete yên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Suriyeyê ku dewleta Tirk destek dide wan, bi dijwarî didome. 

Li dijî van êrîşên ku dewleta Tirk destek dide, Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi awayekî fedayî çalakî lidar xistin.

Li gorî nûçeya di Ajansa Nûçeyan a Hewarê (ANHA) de cih girtî, 5 endamên hêzên ewlekariyê li hemberî êrîşkaran çalakiyên fedayî kirine. Li gorî nûçeyê, çalakiya ku çeteyan gelek windahî dane, ji aliyê endamên Hêzên Ewlehiya Hundirîn ên bi navê Hawar, Dilbirîn, Faraşîn, Denîz, Rojbîn ve hatiye pêkanîn. 

Di vê navberê de tevî ku êrîşên hovane yên çeteyan li hember sivîlan berdewam dikin jî, gel bi ruhê seferberiyê ber bi Helebê ve diherikin.