Li Helebceyê duyemîn pêşangeha jinan hat vekirin

Duyemîn pêşangeha şêwekariyê ya jinan bi dirûşma ‘Hunera jinan, neynika bedewiya jiyanê ye’ li Helebceyê hat vekirin.

Helebce - Li parêzgeha Helebceyê beşa şêwekarî ya Rêveberiya Giştî ya Rewşenbîrî û Hunerî ya Helebceyê, weke kevneşopî her sal pêşangeha şêwekariyê ji bo jinên Helebceyê li dar dixe. Îsal jî bi dirûşma ‘Hunera jinan neynika bedewiya jiyanê ye’ duyemîn pêşangeha xwe vekir. Di pêşangehê de 21 jin bi tabloyên xwe yên şêwekarî beşdarî bûn û her yekê ji wan di berhemên xwe de jinan dane pêş.

‘Bi tabloyên xwe çanda Kurdî diparêzim’

Şêwekar Sîdra Rizgar ku bi tabloya xwe beşdarî pêşangehê bû wiha behsa çanda kevin a Kurdî kir: “Ez beşdarî gelek pêşangehan bûm. Vê carê jî ez gelek kêfxweş im ku bi jinan re beşdar bûme. Berhema min li ser cil û bergên Kurdî ye û ez gelek kêfxweşim vê çandê bidim nasîn, ciwan jî van karan bibînin û bikin.”

‘Sûdek baş a pêşangehan heye’

Şêwekar Kelsum Sebah a ku du sal in li ser hev beşdarî pêşangehê dibe wiha got: “Ev sala duyemîn e beşdarî pêşangeha jinan dibim. Di vê pêşangehê de hunera jinan tê pêşandan. Ez gelek kêfxweş dibim dema di van pêşangehan de berhemên jinên Helebceyê ji derveyî Helebceyê werin pêşandan û ez di wê hêviyê de me wê bidome û sûdek zêde ya wê hebe. Divê jin girîngî bidin hêza xwe û karê xwe bidomînin.”

‘Tabloya min ji parçeyên çandî pêk tê’ 

Şûxan Cemal a ku peymangeha hunerên ciwan ya xwendiye wiha got: “Tabloya min xwedî du peyaman e, çandî û jîngehî ye. Ew parçeyên çanda kevin a Kurdî min li ser vê tabloyê daniye da ku çand tune nebe, peyama jîngehî jî ew e ku ev berhem neyên avêtin û werin bikarnîn da ku bikaribin bi riya van pêşangehan werin pêşandan.”