Li gundê ku zarokek keç lê hat qetilkirin ji Kongra Star semîner
Kongra Star a ku li dijî hişmendiya mêrsalar têdikoşe û hewl dide jiyaneke azad ji jinan re ava bike, bi jin û mêrên gundê Dişîşa ya ku keça 17 salî lê hatibû qetilkirin re, civiya.

Til Temir – Ji ber ku jin di civakeke bavsalar de dijîn, pêwîstiya wan bi parastinê heye. Tevî ku Şoreşa Jinê pêk hatiye jî, hîn di warê hişmendiya civakê de guhertinek temam çênebûye, civak hîn di pêvajoya guhertinê de ye.
Di 26’ê Gulanê de, li gundê Dişîşa ya girêdayî bajarê Til Temira Kantona Cizîrê keçikek 17 salî hat qetilkirin. Kujer ji hêla Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hat girtin û di lêpirsînê de ye. Kongra Star li ser vê bûyerê ket nav liv û tevgerê û bi jin û mêrên gundê Dişîşayê re civiya. Kongra Star, li gund semînerek li ser qetilkirina jinan û girîngiya avakirina malbateke demokratîk da.
‘Pêwîstî bi têkoşîneke hevpar a jin û mêr heye’
Rêvebera Kongra Star Sena Tamir a ku semîner dida, wiha got: “Kongra Star rêxistineke wiha ye ku rê dide ku jin bibe ya xwe, bihêz be û xwe perwerde bike. Di warê bîr, bawerî, derûnî, beden û ruhî de divê ku jin xwe perwerde bikin. Xwe sînordarkirina di nav malê û ketina qaliban de guhertinê nayne. Pirsgirêkên xizmetguzariyê ya ku her malbateke dijî, bê guman ev li seranserî herêmê heye. Divê ku ev li ber zanebûna me jinan nebe asteng. Pêwîst e ku jin û mêr bi hev re têkoşîn bikin. Têkoşîneke yek alî bêencam e. Zanebûna jinê ji zanebûna mêr e û berovajî wê, her du alî dikarin bandorê li hev bikin.”
‘Têgihîştina civakî erkê dê û bav e’
Sena Tamir balkişand ser sûcên ku di demên dawî de rû didin û wiha berdewam kir: “Di demên dawî de sûcên qetilkirina jinan a bi qesid û bê qesid, rêjeya xwekuştinê, zewaca temenê biçûk û pir jiniyê zêde dibin. Sûcên wiha tên kirin ku hiştine jin her bibin hedef û mêr li derveyî lêpirsînê bimîne. Ev şaş e, şaştiyek heye divê ku mêr jî hesabê wê bide. Divê êdî rê li ber vê yekê were girtin ku her tim jin temenê sûcên mêr dike, dide. Gava em behsa guhertina hişmendiyê dikin, em hewl didin ku jin û mêr di van mijaran de têgihiştî bin û civakê ber bi tehlûkeyê ve nebin. Dayîk û bav û jin û mêr bi xwe berpirsê yekemîn yê awayê dîtina civakan in. Hûn dibînin çawa keç ji dibistanê tên qutkirin û wan mehkûmî zewacê dikin û piştre jî rêjeya berdanê di civakê de pir zêde dibe. Ji lewra divê ku ev sûc werin ronîkirin û sûcdar cezayê pêwîst bigre, an jî bêdengî wê bibe sedema karesateke mezin.”
‘Gotina pirsgirêk ne ya mala min e nabe’
Sena Tamir got ku divê ku civak nebêje mademkî ne li mala min e ew destwerdana çareseriyê nakin û wiha dirêjî da gotina xwe: “Ev civak civaka me ye, çi li hundir civakê çêbibe mala min yan jî cîranê min bin em berpirsiyar in. Divê ku em nebêjin çi ji me re mademkî pirsgirêk ne pirsgirêka min e û girêdayî mala min e, çi dibe bila bibe. Em ji hemû nêzîkatiyên civakê berpirsyar in. Dibe ku rewşa aborî dibe pirsgirêk lê belê em dikarin di warê aboriyê de bi avakirina projeyan piştgiriya jinan bikin. An jî bi rêya perwerdeyan em hîn bêtir dikarin li pirsgirêkên malbatê nîqaş û guhdar bikin, rêyên çareseriyê dabîn bikin bêyî ku em zirarê bidin hev. Ji ber perwerde ji nan, av û kehrebê girîngtir e.”
‘Têgihîştina hevjiyana azad û têkoşîna ji bo malbateke demokratîk ferz e’
Sena Tamir di dawiyê de girîngiya pêkanîna wekheviyê û têgihiştina malbateke demokratîk bibîr xist û wiha got: “Malbat çi bêje û bike zarok fêr dibin û bi wan re jî mezin dibin, wiha bandorê li siberoja wan dike. Tundiya ku di nav malbatê de çêdibe, bi hemû hûrguliyên wê di bîra zarok de dimîne, wiha bandorê li kesayeta wan a di pêşerojê de dike ku nikare bibe xwedî biryar û her tim xwe bêhêz û têrker nabîne. Pir girîng e ku em têbighên hevjiyana azad û li gorî wê têkoşînê ji bo pêkanîna malbateke demokratîk bikin. Divê jin di biryarên mala xwe de jî hevpar be, ji wir mirov dikare destpê bike.”
Kongra Star ji bo jinan û guhertina hişmendiya civakî, rêze semîner û civînên xwe didomîne.