Li girtîgehên Îranê mafê tenduristiyê tê astengkirin

Mafê tenduristiyê di zindanên Îranê de tê înkarkirin. Jinên ji pîşeyên cuda ev nêzîkatiya dewletê wekî polîtîkaya "mirina hêdî" nirxandin û bal kişandin ser berxwedana girtiyan tevî zilmê.

VIYAN MEHERPERWER

Mihabad – Li Îranê di girtîgehan de ji xizmetên tenduristiyê bê par mayîn, bi taybetî ji bo girtiyên siyasî, bi salan e hatiye halê awayê cezakirinek veşartî. Hema bêje her roj nûçeyên ku girtî ji mafê tedawîkirinê bê par mane, tê bihîstin. Lê belê dema mijar dibe jin, ev pirsgirêk bi awayek tundiyek hişk dikeve nav hevdû.

Rewşa girtiyên jin ên di nava şertên zor ên tenduristiyê de, bi belge ne. Mînak, tevî pirsgirêkên cidî yên Werîşe Muradî ku nexweşiyên wek feqerata mil û nexweşiya mêjî pê re heye, ji aliyê rayedarên girtîgeha Evînê ve sewqî nexweşxaneyê nayê kirin. Bi heman awayî yekane girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan ku heta hetayî mehkûmî cezayê girtîgehê hatiye kirin, tevî ev salên dirêj e nexweşiyên cûda pê re heye û rû birûyî gefa korbûnê ye jî, bi ‘hinceta ewlehiyê’ xwegihandina wê ya tedawiyê bi temamî hatiye astengkirin.

Di vê raporê de bi riya roportajên ku bi jinên Rojhilatê Kurdistanê re hatin kirin, pirsgirêka girtiyan a ji tadawiyê bêpar mayîn, îtîraz û rexne bi aliyên cûda hat destgirtin.

Binpêkirina eşkere ya mafên mirovan e

Di salên dawî de derbarê astengkirina xwegihandina jinên li girtîgehê Îranê ya tedawiyê gelek raporên binpêkirina mafê mirovan hatin weşandin. Lale Saatî, Meryem Celal Huseynî, Rahele Rahmîpur, Perwîn Mîrasan, Nergîs Mansurî, Zeynab Celaliyan, Werîşe Muradî, Şerîfe Mehemedî, Pexşan Ezîzî û bi sedan jin, ji van mafên bingehîn ên mirovan bê par mane.

Parêzer û parêzvana mafê mirovan Kejal Gewlî vê yekê wek binpêkirina eşkere ya mafê mirovan pênase dike. Kejal Gewlî wiha dibêje: “Nedayîna xizmeta tenduristiyê, binpêkirina hiqûqa navxweyî ya Îran û hiqûqa navnetewî ye. Bi taybetî ji bo jinên girtî tiştek bi navê ‘xizmeta rêk û pêk’ nîne. Jinên nexweşiyên kronîk û giran, ji bo bi bijîşk re hevdîtin bikin neçar dimînin bi mehan li bendê bimînin. Di rewşên wek nexweşiyên dil û penceşêr de, tedawî hema bêje bi tamemî tê astengkirin. Li gorî peymana mafê siyasî û medenî ya navnetewî, bêpar mayîna kesek ji tedawiyê, îşkence ye.”

Bêpar mayîna ji tedawiyê awayê qetilkirina plankirî ya dewletê ye

Li gorî rapora rêxistinên mafê mirovan, girtiyên siyasî yên li Îranê bi awayek sîstematîk ji xizmetên tibî bê par dimînin. Astengkirina xwegihandina dermanan û sewqnekirina nexweşxaneyên ji derveyî girtîgehê tên pêkanîn. Daraza Îranê û saziya girtîgehê raste rast berpirsên vê pergalê ne. Ev sersarî rê li ber mirinên weke Ferzana Bijenipur vekiriye, lê belê rayedaran bi tu awayî berpirsyartiyê qebûl nekirin.

Rojanemevan û aktivîsta mafên mirovan Sara Melayî vê rewşê wiha anî ziman: “Bêpar mayîna ji xizmeta tibî, girtiyan hêdî hêdî ber bi mirinê ve dibe. Rejîma Îranê di vê pêvajoyê de tu bedêlan nade. Çapemenî bêdeng e, rewşa malbatan û yên di hundir de, nayê zanîn. Hema bêje dema mirin tê jiyîn, jî doz vekirina li berpirsan û lêgerîna mafan ne gengaz e. Divê civaka navnetewî rabe. Zext li Îranê were kirin. Ji ber îro li makîneya darvekirinê, bi riya tedawînekirinê mekanîzmaya sîstematîk a mirinê di dewrê de ye. Zeyneb Celaliyan, Werîşe Muradî û gelekên din rû birûyî vê gefê ne. Êdî ev cînayetek dewletê ku nayê înkarkirin e.”

Dewlet dixwaze tirsê ava bike

Lêkolîner û derûnnas Cewan Taremî diyar kir ku ev pêkanîn amûra dewlatê ya belavkirina tirsê û nîşandana hêzê ye û wiha got: “Lênêrîna tibî ne mafek e, veguheriye amûrek çokdanîna li ber rejîmê. Ev jî riya diçe ‘mirina hêdî’ sîstematîk dike. Zeyneb Celaliyan di nameyek xwe de tîne ziman ku gardiyana jin a girtîgehê bi awayek hişk nêzî jinek bûye ew bi vêya gelek êşiyaye. Di dema COVÎD-19’an de kuxikek cidî derbas kir û lê belê lênêrîna tibî nedîtine. Em di van rêzan de fam dikin ku êşên ku jinên girtî dijîn ji nedîtî ve tên, di heman demê de wek ‘heq kiriye’ tê dîtin. Ev îşkenceya polîtîk û psîkolojîk li ser bedena jinê, di diwarên girtîgehê de, hunerek xwenîşandanê ye. Amûrek kontrolê li ser civakê ye.”

Cewa Taremî destnîşan kir ku desteka gel a ji derve û berxwedana girtiyên di hundir de, hêzek ku gef li vê mekanîzmayê dike û kontrola sedîsed a dewletê xirab dike ye û wiha got: “Xwepêşandanên gel û hewldanên rêxistinên mafên mirovan, bi berxwedana girtîgehê re dibe îradeyek ku gef li vê rêveberiyê dike û radest nebe bi xwe re tîne.”