Keştiya ku alîkariya mirovî dibe Xezaye ji Îtalyayê bi rê ket
Keştiya ku alîkariya mirovî dibe Xezayê ji Îtalyayê bi rê ket. Di keştiyê de aktivîsta avhewayê ya Swêdî Greta Thunberg û aktorê Îrlandayî Liam Cuhhingham cîh digrin.

Navenda Nûçeyan – Keştiya bi ba ya bi navê ‘Madlen’ a Koalîsyona Filosa Azadiyê ku hedef dike alîkariya mirovî bibe Xezayê, ji bajarê Katanya ya Îtalya daket deryayê. Di keştiyê de aktivîsta avhewayê ya Îsveçî Greta Thunberg û aktorê Îrlandayî Liam Cuhhingham jî di nav de 12 kes cîh digrin.
‘Bêdengiya li dijî qirkirinê, ji vê rêwîtiyê xetertir e’
Greta Thunberg beriya ji benderê bi rê bikeve, di daxuyaniya ku da de ev rexne kir: “Ger ji mirovatiyê tiştek biçûk mane, divê em ji bo Filîstîn û Filîstînek azad têkoşîn bikin. Ev mîsyon derbarê Filîstîniyên ku ji aliyê Îsraîlê ve birçî hatin hiştin, paqijiya etnîk û qirkirinê tenê ye. Hikûmeta me, saziyên me, şirketên me û medyaya ku destek didin vêya. Bêdengiya li dijî vê qirkirinê, ji vê rêwîtiyê xetertir e.”
Koalîsyona Fîloya azadiyê di daxuyaniya xwe ya têkildarî mîsyonê de da zanîn ku keştiyên bayê şîrê toz, malzemeyên tibî û alîkariyên din ên jiyanê hildigre.
‘Li dijî keştiya Consicience êrîşa ÎHA’yê’
Li aliyê din berê jî keştiya alîkariyê ya Koalîsyona Fîloya azadiyê rastî êrîşê hatibû. Keştiya alîkariyê ya Koalîsyona Filoya azadiyê ji bo êrîşên li Xeza bi dawî bibe, li cihên cûda yên dinyayê bi hatina ba hev ya kampanya û înîsyatîfan hatiye avakirin û li dijî xeteriyan veşartî tê hiştin, di 2’yê Gulanê de bi saeta xwecihî 00:23’an de rastî êrîşa balafirên bê mirov yên Îsraîlê hatibû. Di êrîşa li dijî keştiya alîkariyê de di gewdeyê keştiyê de derz çêbû û agir bi aliyê pêşîn ê keştiyê ket.
Rojnameya Times of Malta nivîsand ku, beriya êrîşê balefira neqliye ya leşkerî ya C-130 ya aydê Îsraîlê, li derdora Malta sê saetan geriyaye.
Televîzyona dewletê ya Îsraîl KAN piştrast kiribû ku di heman rojê de balefira naqliye ya leşkerî ya Îsraîlê ber bi Malta ve bi rê ketiye, lê belê diyar kir ku balefir beriya êrîşê vegeriyaye baregeha xwe ya asîmanî.