Li girtîgeha Patnosê girtiyên jin hatin derbkirin
Girtiyên jin ên li girtîgeha Patnosê diyar kirin ku ji aliyê gardiyanên bi ser qawîşê de girtine ve hatine derbkirin, destên wan ji pişt ve hatine kelemçekirin û wan xistine hucreyê. Rapora darbê jî nedan girtiyan.
Agirî- Hat diyarkirin ku li girtîgeha girtî ya Tîpa L ya Patnos, nêzî 50 gardiyanan bi ser qawîşa girtiyên jin de girtine û ew derb kirine. Ji girtiyan Hêlîn Ozdemîr, di hevdîtina heftane ya telefonê de bi malbata xwe re ya di 19’ê Kanunê roja pênşemê de behsa, muamelaya xirab li girtîgehê dîtine parve kir.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê; Hêlîn Ozdemîr di hevdîtina bi telefonê ya bi bavê xwe Tekîn Ozdemîr re anî ziman ku roja Çarşemê di nav de mêr nêzî 50 gardiyanan bi ser qawîşa wan de girtine, di dema serdegirtinê de tiştên jiyane bi van gotinan anî ziman: “Gardiyanan bi ser qawîşa me de girtin. Di qawîşê de piştî mudaxeleya fizîkî li me kirin, destên me ji paşve kelemçe kirin em xistin hucreyan. Hem tundiya fizîkî kirin hem jî em rastî heqareta gotinî hatin. Li dijî binpêkirina mafan, em daxwaz dikin ku saziyek serbixwe li girtîgehê lêkolînan bike. Em dixwazin civak bikeve nava tevgerê.”
Bav Tekîn Ozdemîr diyar kir ku keça wê Hêlîn Ozdemîr piştî bi tenê xistine hucreye, tundî domiyaye. Di destên Hêlîn Ozdemîr de şînbûn heye û li nexweşxaneya Dewletê ya Patnosê ya birinê rapora derbê nedane. Tekîn Ozdemîr da zanîn ku di nava girtiyên hatin derbkirin de Hayriya Goksu û Rumeysa Bozkurt jî hene û wan nebirine nexweşxaneyê.
Tekîn Ozdemîr da zanîn ku li girtîgehê muameleya xirab û tundî nayê qebûlkirin û wiha got: “Der barê mijarê de em banga hestiyariyê li civakê dikin û demildest divê hemû îdia werin lêkolînkirin, em daxwaz dikin kesên failên tundiyê ji erk werin girtin.”
Helîn Ozdemîr di sala 2023’an de dema di zanîngeha Agrî ya Îbrahîm Çeçen de di beşa rêveberiya civakî ya Îxtisad û Îdarî de xwendekare pola 2’yem bû di serdegirtina wargeha ku lê dima de hat binçavkirin, di derxistina dadgehê de bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatibû girtin.