Zîlan li Şengalê hat bibîranîn

Zeyneb Kinaci bi navnas Zîlan li Şengalê hat bibîranîn. Di merasîma bîranînê de hat gotin ku Zîlanê bi çalakiya xwe tirs û xof di dil û mejiyê dijmin de ava kiriye û mohra xwe li dîrokê daye.

Şengal – Zeynep Kinaci (Zîlan) di 28’emîn salvegera çalakiya xwe ya fedaî de li Şengalê hat bibîranîn. Bîranîn bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li Meclisa Gel a Şengalê pêk hat û gelek kes tevli merasimê bû.

Merasîma ku bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir bi sînevîzyona der barê jiyana Zîlanê de berdewam kir.

‘Şehîd Zîlan bi çalakiya xwe ji bo me riyeke nû vekir’

Endama koordînasyona TAJÊ Neam Bedel di merasimê de axivî, di şexsê Zîlan de hemû kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û wiha got: “Bêguman di navbera tu şehîdan de ferq û cudahî nîn e lê hinek şehîd hene pêvajoyan diafirînin, dîrokê dinivîsînin û dibin taktîkên şerê gel ê şoreşgerî. Rêhevala Zîlan jî yek ji wan şehîdan e. Di sala 1996’an de dijminên gelê Kurd xwestin bi komployekê bi awayeke fizîkî Rêbertiya me ji holê rakin û tevgera azadiyê tune bikin. Hevala Zîlan piştperdeya komploya li dijî Rêber Apo dît, armanca dijmin fam kir û xwest bi çalakiya xwe ya fedayî bibe bersiv. Hinek pêvajo hene şehîd wan pêvajoyan dixwînin. Yê ku wateya şehîdan ji me re vegot, Rêber Apo bû. Di her şehadetê de Rêbertî pêngavên girîng avêtiye û bi wate kiriye. Ji bo vê yekê divê em jî her şehîdek xwe ku ji bo me canê xwe feda dikin, bi wate bikin. Pêwîst e her yek ji me xwedî li bîranîna şehîdan derkeve û wan nemir bike.

Divê em bikaribin şehîdên xwe bi wate bikin û nemir bikin. Tişta ku Rêber Apo ji me dixwaze ev e. Şehîdên me ji bo me ronahî ne, meşale ne, rê û azadî ne. Li ser esasê bîranîna şehîdan, em gavên mezin diavêjin. Rêber Apo ji bo şehîd Zîlan çi got, got Zîlan fermandara me ye. Em jî dibêjin em şagirdên şehîdan in û çi ji me xwestibin divê em pêk bînin. Hevala Zîlan bi çalakiya xwe tirs di dil û mejiyê dijmin de ava kir. Piştî çalakiya hevala Zîlan êdî dijmin baş dît ku tevgera azadiyê ne tevgereke ji rêzê ye û jinên di nava tevgera azadiyê de ne jinên ji rêzê ne. Hevala Zîlan bi çalakiya xwe di heman demê de ji bo me jî riyeke mezin vekir. Li ser vê esasî divê weke civaka Êzidî em bi şehîdên xwe û hêza ku ji şehîdên xwe digrin, xweparastina xwe xurt bikin. Divê em pîvanên ku şehîdan ji bo me diyar kirine, di kesayet, kar, xebat, parastina xwe de ava bikin.”

Merasîma bîranînê bi stranên Navenda Çand û Huner a Stiya Neqşan bi dawî bû.

‘Em ê di riya şehîdan de têkoşîneke xurtir bidin meşandin’

Endama Meclisa Xweser a Şengalê Bahar Şingalî ji ajansa me re axivî û ev tişt anî ziman: “Wek jinên Êzidî destpêkê di şexsê hevala Zîlan de ez hemû şehîdan bi bîr tînin. Em civaka Êzidî hêza xwe ji şehîd Zîlan û hemû şehîdan digrin û li ser bîranîna wan xwe birêxistin dikin. Li ser vê esasê em ê li Şengalê di şexsê hevala Zîlan de têkoşîneke xurtir bidin meşandin.”