Li gel astengiyan jî li Bedlîsê ji bo encama hilbijartinê îtîraz hat kirin
Partiya DEM'ê ji bo ji nû ve jimartina 2 hezar û 18 dengên betal ên li navenda Bedlîsê serî li Lijneya Hilbijartinê ya Parêzgehê da.
Navenda Nûçeyan-Di hilbijaratina 31’ê adarê de sedan polîs û leşkerên hatine veguhestin deng bi kar anîn. AKP 8 hezar û 900, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî 8 hezar û 702 deng stendin. Di hilbijartinê de tevî dengên veguhestî ferq bû 188. 2 hezar û 18 dengên ku dikarin encama hilbijartinê biguherînin jî hatin betalkirin.
DEM Partî îro xwest biçe Lijneya Hilbijartinê ya Bajar û îtîrazê bike. Avahiyê lijneyê û partiyê ji hêla polîsan ve hatiye dorpêçkirin. Polîs bi xaza îsotê û ava şid êrişî girseya ku dixwaze têkeve avahiyê lijneyê kir.
‘Tu hêz nikarin pêşî li lêgerîna mefên me û stendina îradeya me bigirin’
Parlamenterê DEM Partiyê Huseyîn Olan bertek nîşanî êrişê da û wiha got: “Me daxwaznameyên xwe yên îtîrazê amade kirin lê belê polîs bi awayeke derveyî hiqûqî nahêlin em bimeşin. Bikaranîna mafên me yên qanûnî tên astengkirin. Tu hêz nikarin pêşî li lêgerîna mefên me û stendina îradeya me bigirin. Em li Bedlîsê bi ser ketine û ev rewşa derketiye holê jî vê yekê piştrast dike. Em ê hemû rêyên demokratîk û qanûnî bi kar bînin. Piraniya dengên hatine betalkirin ên me ne. Kesekî karmend nîn e kirine serokê sindoqê û serokê şaredariyê yê AKP’î û hêzên ewlehiyê bi çekên xwe ve çûne cihê dengdayînê. Ev yek derveyî qanûna hilbijartinê ye û em vê yekê qebûl nakin.”
Gengeşiya li bajar berdewam dike.