Li Faşêrê zêdetirê 150 jin rastî destdirêjiyê hat
Koordînasyona Giştî ya Kampên Koçber û Penaberan, ragihand ku bi hezaran sivîlên ji El-Faşêrê direvin rastî binpêkirinên giran tên û zêdetirê 150 jin rastî û destdirêjiyê hatine.
Navenda Nûçeyan – Bajarê El-Faşêrê, şahidiya pêlek bêhempa ya binpêkirinên mirovî dike. Bi zêdebûna pevçûn û girtina bajêr a ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) re, li gorî raporên NY’ê û mafên mirovan, piraniya wan zarok bi hezaran sivîl di bin dorpêçekî ku têkiliyan wan ji cîhana derve hatiye qûtkirin, dijîn. Li herêmê xwegihandina sivîlan a ji bo xurek alîkariya mirovî tê asteng kirin.
Berdevkê Koordînasyona Giştî ya Kampên Koçber û Penaberan, di daxuyaniya xwe ya îro de ragihand ku zêdetirê 150 jin dema ji ber tundiyê ji bajarê Faşêrê direviyan, rastî tacîzkirin û destdirêjiya zayendî hatine. Berdevkê, diyar kir ku ev binpêkirinan di dema rêwîtiya koçberiyê ya ber bi herêma Tewîlayê ya 60 kîlometre li rojavayê el-Faşêrê cih digre, pêkhatiye.
Berdevk, da zanîn êzên Piştevaniya Lezgîn êrişî kesên ku ber bi herêma Tewîla direviyan kir û di encamê de bi kêmanî hezar û 300 kes birîndar bûn û zêdetirê hezar û 200 zarok kêmbûna xurekê dijîn û bi sedan kesên extiyar di rewşek krîtîk de ne.
Zêdetirê 15 hezar kesên gihîştin herêma Tewîla jî birîndarbûne an jî ji ber tundiya rastî hatine, ew jiyan trawmaya derûnî jiyan kirine. Berdevk, destnîşan kir ku ji bilî pêdiviyên lezgîn ên mîna xurek, derman, ava paqij û stargeh, divê ji bo zarokan piştgiriya derûnî qadên bi ewle bê mîsoger kirin.
Xebatên alîkariyê
Herêma Tewîla ku di mehên dawî de bi hezaran kesên koçber wergirt, niha zêdetirê 1 mîlyon kes xwe spartiye û herêm hewceyê alîkariya lezgîn e. Hate ragihandin ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn, şopdariya sivîlan dike û hinek sivîlan li herêma Kornî desteserkiriye.
Rûxmê ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF), ragihand ku pêşniyara komîteya çaralî ya navneteweyî ya ji bo agirbesta mirovî qebûl kiriye jî, artêşa Sûdanê diyar kir ku bêyî vekişîna RSF’ê ya ji herêmên sivîl agirbest ne pêkan e.