Li El-Faşêrê du rojnamevanên jin winda ne

Sendîkaya Rojnamevanên Sûdanê, ragihand piştî ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) bajarê El Faşêrê xist destê xwe, têkiliya 2 jê jin bi 7 rojnamevanan re qut bûye.

Sûdan – Li Sûdanê di Nîsana 2023’an de, ji destpêka şerê di navbera Hêzên Piştgiriya Lezgîn û Artêşa Sûdanê de, rojnamevanên jin bi şert û mercên trajîk re rû bi rû dimînin û maf û ewlehiya wan rastî binpêkirinên cidî tê.

Sendîkaya Rojnamevanên Sûdanê, îro 5’ê Mijdarê daxuyaniyek weşand û wiha got: “Beriya destpêkirina pevçûnên dawî, nêzî 20 rojnamevan û 12 rojnamevanên jin ên li El Faşêrê xwe gihandin bajarê Telayê, lêbelê hêj 5 rojnamevanan ji aliye Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve tê girtin an jî bi darê zorê hatin windakirin.”

Her wiha Sendîkayê, wiha got: “Rojnamevanên ku têkiliya wan bi tevahî hatiye qutkirin heye; di nava de du jin hene û rewşa wan hêj nayê zanîn."

Beriya niha Komîteya Navneteweyî ya Parastina Rojnamevanan (CPJ) jî, ragihand ku herî kêm 3 rojnamevanên jin ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve rastî tecawizê hatine.

Bijîşkên Sînornenas (MSF) jî, qetlîam û cînayetê komî yên li El Faşêr û derdora wê şermezar kirin û destnîşan kir ku xeteriya karesateke mirovî ya nehatiye dîtin heye.

MSF’ê diyar kir ku nifûsek mezin a bi piraniya wan ji jin, zarok û extiyaran pêktê, di astekî cidî de kêmbûna xurekê dijîn û da zanîn ku ji sedî 57’ê zarokên di bin pênc salî de bi kêmbûna xurekê ya "giran û cidî" re têdikoşîn.