Li Efrînê di mehekê de 6 jê jin 62 kes hatin revandin
Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriye-Efrînê, di meha Tebaxê de 6 jê jin 62 kes hatin revandin. Hate diyarkirin ku gelek ji kesên hatine revandin kesên li ser daxwaza ENKS’ê vegeriyane Efrînê ne.
Navenda Nûçeyan – Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye yên di Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) de cih digirin di meha tebaxê de 6 jê jin 62 kes hatin revandin. Rêxistinê diyar kir ku, Dewleta Tirk û çeteyên wê 6 jê jin 62 welatî revandin, yek ji wan jinan jî ji aliyê çeteyan ve rastî destdirêjiyê hatiye.
Rêxistinê da zanîn ku piraniya kesên hatine revandin ji wan welatiyên ku bi daxwaza Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku li herêmê bi dewleta tirk re tevdigere û nêzî Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) ye vegeriyane Efrînê ne.
Her wiha, dewleta Tirk û çeteyên wî û niştecihên biyanî 450 darên kantonê ji bo bikin êzing birîn, bi deh hezaran hîktarên zeviyên çandiniyê û daristan jî şewitandin.
Demografya heremê tê guhertin
Dewleta Tirk di çarçoveya guhertina demografiya Efrînê de, di meha Tebaxa borî de avahiyeke mêtingeriyê bi navê "Ehil El Xêr" bi hevkariya rêxistinên "Sewasiye" û "Saziya Pêşxistina Civakî û Piştgiriya Mirovan a Navneteweyî (SDI)" li nêzî gundê Keferûmê yê navçeya Şera ava kir û dest bi bicihkirina malbatên komên paramîlîter kir Di mêtingehê de 100 avahî hatine avakirin.
Dewleta Tirk avahiyeke mêtingeriyê ya nû li nêzî gundê Xezewiyê yê navçeya Şêrewa bi hevkariya rêxistinên Kendava Ereban ava kir û hejmara avahiyên tê de nehat zanîn. Li bakurê mêtingeha Kiwêt Rehmê ya li navçeya Cindirêsê mêtingehek ava kir. Li nêzî gundê Miryemînê yê navçeya Şêrawayê avahiyeke din a mêtingeriyê ava kir.
Li gorî çavdêran, dewleta Tirk sûcên xwe bi awayekî hovane li dijî niştecihên resen ên kantona Efrîna dagirkirî didomîne, bi armanca ku wan bitirsîne û koçber bike û guhertina demografiyê li kantonê pêk bîne.