Li Efganistanê zewaca zarokan dibe sedema zêdebûna rêjaya mirina dayikan

Şaxa Jinan a NY'ê, hişyarî da ku li Efganistanê domandina sînordarkirinên Talîbanê ya perwerdehiya zarokên kêç, wê heta sala 2026’an rêjeya mirina dayikan ji sedî 50’î zêde bike.

Navenda Nûçeyan – Şaxa Bihêzkirina Jinan û Wekheviya Zayendiya Civakî ya Neteweyên Yekbûyî (UN Women), di rapora xwe de diyar kir di encama sînordarkirin û binpêkirinên Talîbanê ya li Efganistanê de, jinên Efgan bi qeyranên aborî û civakî re dibin mexdûrê bêewlehiyê.

Jin ji mafên xwe yên bingehîn tên bêpar hiştin

Di raporê de hate diyar kirin piştî ku Talîbanê di Tebaxa 2021’an de hate ser desthilatdariyê, li dijî jinan bi sedan biryaran girt û mafên bingehîn ên jinan yên mîna perwerde, kar û azadiya tevgerê qedexekir. Di raporê de hate destnîşan kirin ku Talîbanê di encama van polîtîkayan de tenê jinan ji mafên wan ên kesane bêpar hişt, di heman demê de bû sedema hilweşîna nîşaneyên civakî û aborî yên welat jî.

‘Zewaca di temena biçûk de û rêjeya ducanîbûn roj bi roj zêde dibe’

Di raporê de wiha hate gotin: “Jin di xwegihandina xizmetên tenduristiyê de jî bi zehmetiyên cidî re rû bi rû ne. Sînordarkirinê di qada perwerde û tibî de, bû sedema bêparbûna xizmetên tenduristî û zêdebûna mirina dayikan. Zewaca di temena biçûk de û rêjeya ducanîbûn roj bi roj zêde dibe. Di sala 2023’an de ji sedî 30’ê zarokên keç ên Efgan beriya temena 18 salî zewicin û ji sedî 10 jî beriya temena 15 salî zewicin. Gelek malbatan, ji ber sedema perwerde û nebûna derfetên kar zarokên xwe yên keç dizewicînin.”

‘Tê pêşbînî kirin ku rêjeya mirina dayikan ji sedî 50 zêde bibe’

NY’ê destnîşan kir ku ji ber zêdebûna bilez a sînordarkirinên perwerde û xizmetên tenduristiyê yên jinan, wê di mirina dayik û zarokan de zêdebûnek mezin çêbibe. Tê pêşbînîkirin ku dê ji sala 2026’an vir ve mirina dayikan ji sedî 50’î zêde bibe.

Di raporê de hate diyar kirin ku vederkirina jinan ji jiyana giştî, bandorên wan ên di jiyana siyasî û civakî de jî kêm kir û da zanîn jinan di parlamentoyê de ne xwedî nûnertiyê ne û çawa ku di medyayaê de cih nagrin, rola wan a di nava civakê de jî kêm dibe.

NY’ê, bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo parastina mafên jinên Efganî tedbîrên lezgîn bigrin.

Jinên Efgan, rûxmê hemû zehmetiyan jî ji bo parastina mafên xwe têkoşîna xwe bidomînin.