Li Efganistanê tundiya li dijî jinan û krîza bêcezabûnê
Lêkolînek der barê 231 bûyerên kuştina jinan de li 10 eyaletên Efganistanê nîşan dide ku jin di gelek rewşan de ji aliyê hevjîn û endamên malbata xwe ve tên kuştin û tevî şahidan jî mirina wan wekî ‘xwekuştin’ tê ragihandin.
Navenda Nûçeyan – Bi nêzbûna 15’ê Tebaxê, vegera Talîbanê ya ser desthilatdariyê re, rojnameya Guardian raporek lêkolînê li ser rewşa jinan li Efganistanê weşand. Rapor behsa kuştina jinan, bêcezakirina sûcdaran û binavkirina mirina jinan wekî xwekuştinê dike.
Di raporê de dozên kuştina jinan li Efganistanê ji dema vegera Talîbanê ya ser desthilatdariyê di Tebaxa 2021’ê ve heta niha, hatine lêkolînkirin, nebûna mekanîzmayên bi bandor ji bo parastina jinan û hesabpirsîna sûcdaran rê li ber berdewamiya tundiya li dijî jinan û bêcezabûna sûcdaran vekiriye.
Lêkolîn ji aliyê rojnamevanên Zan Times ve hatiye kirin, dozên ku li 10 ji 34 parêzgehên Efganistanê hatine ragihandin lêkolîn kirine. Bi tevahî 231 dozên kuştina jinan hatine belgekirin. 174 ji aliyê medyaya herêmî ve hatine ragihandin û 57 rasterast ji aliyê vê rojnamevanan ve hatine belgekirin.
Ji van dozan, 53 bi fermî wekî xwekuştin hatine ragihandin. Tenê 58 ji wan weke girtin hatine tomarkirin û di gelek dozan de, gumanbarên girtî jî di demek kurt de hatine berdan.
Hejmara herî zêde ya bûyeran li parêzgeha Jawzjan bi 36, Herat bi 32, Badaxşan bi 28 û Gaznî bi 26 hatine tomarkirin.
Temenê kesên ku hatine kuştin di navbera 5 û 65 salî de ye û 165 ji wan, an jî bi qasî 7 ji 10 kesan, jinên li malan bûn. Her wiha jinên ku dahata wan a serbixwe an gihîştina wan a saziyên fermî ji bo çareserkirina tundiya navmalî tunebû jî di nava kuştiyan de ne.
Mirina Lîza Şems: Şêweyeke gumanbar e
Yek ji dozên ku di bin lêpirsînê de ye, ya Lîza Şems a 33 salî ye. Çend hefte berî mirina xwe, di peyamên bi deng de li ser tundiya ku ji aliyê hevjînê wê Hasîbullah Sarwarî ve pê re rûbirû maye axiviye.
Lîza ji xizmên xwe xwestiye ku ji bo wê dua bikin û dibêje ku hevjînê wê di dema ducanîbûniyê de lê daye, dûre çend rojan ew di odeyekê de bi tenê hiştiye û tecrîd kiriye.
Di 1’ê Sibatê de, cîranan piştî bihîstina qîrîna Lîza gazî polîsan kirin. Bavê wê jî dawiyê di vîdyoyek de, dema ku bi giranî birîndar bûbû wê dît. Li gorî bavê wê, çeneya Lîza şikestîbû bi zorî diaxivî.
Lîza seatek piştî rakirina nexweşxaneyê mir
Rapora bijîşk eşekere kir ku gelek şikestin di hestiyên rû û dîwarên sînusê wê de hene her wiha bedena wê reş û şîn bû, gelek birîn li ser rû û bedena wê hebûn. Lê belê rapora edlî diyar kir ku sedema muhtemel a mirinê jehra mişk bûye û hat destnîşankirin ku otopsî li ser daxwaza malbatê nehatiye kirin.
'Şêweyekî zelal' di kuştina jinan de
Talîban daneyên li ser hejmara jinên ku her sal li Efganistanê tên kuştin belav nake. Nivîsgeha Dozgerê Giştî yê Efganistanê ku daneyên wiha berhev dikir, di sala 2023’an de hat hilweşandin.
Encamên lêkolînê nîşan didin ku piraniya bûyerên kuştina jinan li malê çêdibin û di gelek rewşan de, sûcdar mêr, bav, an birayên wan in.
Karmendekî tenduristiyê li Cûzcanê jî diyar kir ku li ser bedena hejmarek jinên ku bi hinceta "xwekuştinê" anîne nexweşxaneyê şopên lêdan, birîn û şîn hebûne.
Mirina bi guman a Ferîşte Emadî ku gelek pirsên bêbersiv li pey xwe hişt…
Ferîşte Emadî ya 33 salî xebatkara ajansa Neteweyên Yekbûyî li Kabîlê bû jineke din di bin lêpirsînê de bû.
Ew di 31’ê Gulanê de li mala xwe mirî hat dîtin. Hevjînê wê ji polîsên Talîbanê re got ku Ferîşte ji ber nexweşiya derûnî xwe kuştiye.
Lê belê malbat û hevalên Ferîşte bawer dikin ku hevjînê wê ew kuştiye. Pênc xizmên wê gotin ku Ferîşte piştî di 17 saliya xwe de bi zorê zewicî, 15 salan rastî tundî, xeniqandin û kontrola domdar dihat ji aliyê hevjînê xwe ve.
Lêkolîn nîşan didin ku di hinek rewşan de, malbatên ji bo parastina jinan ji tundiya navmalî mudaxele dikin jî tên hedefgirtin. Kuştina Sara ya 16 salî û dayîka wê Çaman li parêzgeha Sarepul û keçek 14 salî ji Qendeherê ji hêla endamên Talîbanê ve, mînakên şênber in û îsbat dikin ku sûcdar nehatine girtin.
Gelo zagon jina ku ji tundiyê direve cezayek dijwartir ferz dike?
Li gorî qanûna ceza ya nû ya Talîbanê, mêrek ku hevjîna xwe bi awayekî ku nîşaneyên berbiçav ên wekî şikestin an birînan dihêle lê dixe, bi cezayê herî zêde 15 rojan di girtîgehê de dimîne. Berevajî vê, heke jinek bêyî destûra hevjînê xwe biçe mala malbata xwe û malbat red bike ku wê li ser daxwaza hevjîn vegerîne, jin û endamên malbatê dikarin heta sê mehan di girtîgehê de bimînin.
Rexnegirên van rêziknameyan tekez dikin ku pergalek wisa dikare bibe sedem jinek ji tundiya navmalî bireve bi cezayek dijwartir ji tundiya li dijî wê hatiye kirin re rûbirû bimîne.
Têkçûna mekanîzmayên parastina jinan
Piştî ku Talîban vegeriya ser desthilatdariyê, gelek mekanîzmayên heyî yên parastina jinan hatin hilweşandin. Wezareta Karûbarên Jinan, Dozgeriya Taybet a ji bo Tundiya li dijî Jinan û tora stargehên jinan hatin hilweşandin. Wekî din, nêzî 250 dadwerên jin ji karên xwe hatin dûrxistin û dozgerên jin jî ji kar hatin avêtin.
Li gorî çarçoveya yasayî ya heyî, jin di şiyana xwe ya rasterast vekirina dozê de jî bi sînorên zêde re rûbirû dimînin.
Li parêzgeha Taxar, dayîka jineke 23 salî ku di Gulana 2025’an de ji aliyê hevjînê xwe ve bi kêrê hatibû birîndarkirin û şewitandin, got ku dadgeheke herêmî ji wê xwestiye wekîltiyê bide hevjînê xwe xwe da ku dozê bişopîne û sedema wê jî ev e ku jin nikare rasterast di dozek de bibe aliyekî dozê. Her wiha got ku doz bi mehan e bê çareserî hatiye hiştin
Daneyek tenê beşek ji rastiyê nîşan dide
Nûçegihanên Zan Tîmes tekez kirin ku 231 dozên tomarkirî hejmara rastîn a bûerên kuştina jinan li Efganistanê nîşan nadin û tenê wêneyek sînorkirî yê asta krîzê pêşkêş dikin.
Tirsa ji encamên malbatên ku ji medyayê re diaxivin û gefên li dijî rojnamevanan li hinek parêzgehan, gihîştina gelek dozan asteng kiriye.
Di doza Lîza Şems de, malbata wê jî piştî lêgerîna edaletê rastî zextê hat. Du keçên malbatê, ku Lîza birin nexweşxaneyê, paşê ji aliyê Talîbanê ve hatin gazîkirin û niha xwe vedişêrin.
Bavê Lîza dibêje ku malbat ji ber axaftina bi medyayê re rastî gelek zextan hatiye ji ber ku Talîban naxwaze dozên tundiya li dijî jinan werin eşkerekirin.