Li Efganistanê rojnamegerî di bin zextê de ye: Jinên rojnamevan tên dûrxistin
Raporên ku beriya 3’ê Gulanê Roja Cîhanî ya Azadiya Rojnamegeriyê hatine weşandin, radixe ber çavan ku rojnamevan dibin rêveberiya Talîbanê de, rastî sansur, zextên zêde û gefan tên.
Navenda Nûçeyan – Li Efganistanê fikarên derbarê mijara ewlehiya rojnamevan û azadiya çepemeniyê, bi nêzbûna 3’ê Gulanê Roja Cîhanî ya Azadiya Rojnamegeriyê re dîsa bû rojev. Di sê salên dawî de, dibin rêveberiya Talîbanê de, qedexeyên ku rojnamevanên jinên rastî tên, durxistinên pergalî di raporên navneteweyî de derdikevin pêş.
Raportorê taybet ê Efgansitanê ya Konseya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Richard Bennett, di daxuyaniya dawî de, diyar kir ku li welat qadên xebatê ji bo rojnamevanan bi awayek diyar teng bûye, bê ewle û bi malyet bûye. Richard Bennett, da zanîn ku gelek xebatkarên medyayê dema pîşeya xwe didomînin rastî xeteriyên cidî tên.
Gef, sansur û zext zêde dibe
Li gorî daxuyaniyê, li Efganistanê rojnamevan, rû birûyî gef, binçavkirin, sansur, kontrol û sazûmaniyên hişkin. Ev rewş ne tenê herikîna agahiyan asteng dike, di heman demê de saziyên medyayê berbi oto-sansur û bêdengiya neçar ve dibe.
Qad ji bo rojnamevanên jin teng bûye
Di vê qada zextê de, jinên rojnamevan rastî şertên hê girantir tên. Bi bêyî refeqatvanên mêr tevgerkirin, quralên hişk ên cilan, astengkirina beşdariya bernameyên fermî, qedexeya xebatê di hinek saziyên medyayê de û cûdakariya kar a belav bûye, di asta cidî de xebatên pîşeyî ên jinan sînordar dike.
Binçavkirin û qada tirsê
Li gorî daxuyaniyê, di nava sê salên dawî de bi dehan rojnamevan ji aliyê Talîban ve hatine binçavkirin. Xebatkarên medyayê di qada bi tirs û bê ewle de xebatên xwe didomînin, çavkaniyên nûçeyan jî ji tirsa bersivdayînê, na axivin. Ev rewş, xwegihandina rojnamevanan a agahiyan, hilberîna nûçeyên serbixwe bi awayek cidî sînordar dike.
Mijarên hesas xeteriyên hê mezntir dihilgire
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bi taybet mijarên wek mafê mirovan, perwerdeya zarokên keç, protestoyên sivîl û pirsgirêkên civakê hê zêdetir dibin zextê dene. Îfade kir ku rojnamevanên ku di van qadan de nûçe çêdikin, hê zêdetir rastî xeteriyên daraz û ewlehiyê tên.
Desteka navneteweyî ji bo medyayê kêm dibe
Ji derveyî zextên siyasî, kêmbûna desteka teknîkî û malî ya civaka navneteweyî dide medyaya Efgansitanê, krîzê kûrtir dike. Ji ber kêmaniya butçeya gelek saziyên medyayê, derketina personelên jîr ji welat û nebûna ewlehiya kar, an neçar mane cihê xwe bigrin, an jî bi kapasîteya sînordar xebat bidin meşandin.
Dengê jinan tê qutkirin
Ji dema ku Talîban dîsa hatî ser desthilatê heta niha, azadiya îfadeyê û xebatên medyayê bi awayek cidî dibin zextê deye. Quralên nû, bi taybet di qada civakî û çandî de xebatên medyayê teng dikin, di qada sivîl de jî di astek mezin de sînordar kiriye.
Li gorî raporên ku saziyên wek Navenda Rojnamevanên Efganistanê (Afghanistan Journalists Center) weşandîn, divê pêvajoyê de herî zêde jin bandor bûne. Li gorî daneyan, rojnamevanên jin nêzî ji sedî 70-80’an neçar mane dev jî pîşeyên xwe berdin. Ev tablo, nîşan dide ku li Efganistanê jin di qada medyayê de bi awayek sîstematîk tên jêbirin û ji vegotinên giştî tên dûrxistin.
Hişyariya Navnetweyî
Saziyên mafê mirovan ên navneteweyî, hişyarî dide ku rewşa heye, ne tenê pêşeroja medyaya serbixwe, di heman demê de bi awayek cidî gefê li mafê xwegihandina gel ya agahiyên azad û bê alî dixwe.