Li Efganistana ku ji bo jinan welatê qedexe ye tundiya mêr zêde bûye

Efganistan, bi zagonên ku nû derketî ji bo jin û zarokên keç bûye welatê qedexekirî, polîtîkayên rêveberiyê, tundiya mêr zêde dike.

Kabul – Li Efganistana ku Talîban ji 2021’an heta niha dest daniye ser rêveberiya wê, şert û mercên jiyanê ji bo jin û zarokên keç her roja diçe xirabtir dibe. Efganistana ku ji bo jinan weke welatê qedexe lê hatiye, herî dawî di qadên civakî de ruyê xwe girtin û li gor qûralên Îslamê cil li xwe kirin li jinan hatibû ferzkirin û axaftina jinan di qadên giştî de hatibû qedexekirin.  Li welatê ku polîtîkayên rêveberiyê tundiyê mêr zêde dike, tundiya li dijî jin û zarokan, qetilkirin zêde bû, zêdebûna rêjeya mirinên bi guman ên ku weke ‘întihar’ dikeve qeydan balê dikêşe.

Beşa Farisî ya ajansa me NUJINHA daneyên di çapemeniyê de hatiye teyisîn berhev kir. Divê destpêkê bal were kişandin ku daneyên ku di çapemeniyê de teyisîne rastiyê gelek kêm teyisandiye. Di meha Mizan ya ku 21 îlonê û 21’ê cotmehê digre nava xwe de, li Efganistanê 4 jin, 3 zarok hatin qetilkirin. 2 jin, 1 zarok bi guman jiyana xwe ji dest dan. Zarokek jî bi giranî birîndar bû. 

Statîstîkên ku ajansa me ji çapemeniyê berhevkirin wiha ye:

*Di 21’ê îlonê de li navêçeya Gershak ya wîlayeta Helmand, nêzî xala kontrolê ya Talîbanê jinek bi amûra birînê hate qetilkirin, zaroka wê ya keç ya biçûk jî birîndar bû.

*Di 26’ê îlonê de li navçeya Darenur ya eyaleta Nangarhar Muhammed Elias yê 19 salî, havala xwe ya keç ya 17 salî qetilkir.

*Di 3’ê Cotmehê de Golşan ya 27 salî li navenda Eyaleta Badghis ji aliyê mêrê pêre zewicî re bi amûra birînê hate qetilkirin.

*Di 4’ê Cotmehê de li navçeya Arghandab ya bajarê Kandahar Samaya 15 salî, ji aliyê mêrê 55 salî yê pêre zewicî ve bi çekê hate qetilkirin.

*Di 9’ê Cotmehê de li navçeya Încil ya bajarê Herat mêrekê, jinek ciwan tecawîz kir û qetil kir.

*Di 9’ê Cotmehê de li navçeya Aştarî ya bajarê Daikund jinek ciwan li mala xwe bi awayek guman jiyana xwe ji dest da.

* Di 10’ê Cotmehê de li navçeya Pencap ya wîlayeta Bamyan Zahira ya 19 salî, bi awayek guman jiyana xwe ji dest da.

* Di 12’ê Cotmehê de li navçeya Fars ya bajarê Heratê zarokek keç ya 17 salî li mala xwe bi awayek guman jiyana xwe ji dest da.

* Di 14’ê Cotmehê de endamên Talîbanê li beşa yekem ya wîlayeta Panjshir bi seyareyê li zaroka keç ya 11 salî da û wê qetil kir.

* Di 14’ê Cotmehê de li Neciha 4’emîn ya Heratê de jinek 24 salî ji aliyê birayê xwe ve hate qetilkirin.