Li dinyayê ji ber birçîbûnê hejmara xeteriya mirinê gihîşt nêzî 300 milyonan

Di rapora Krîzên Xwarinê ya Kûrewî de hate ragihandin ku li gelemperiya dinyayê hejmara mirovên ku bi birçîbûnê re rûbirû ne zêdebûnek metirsîdar heye û kesên ku jiyana xwe ji dest didin gihêştine 300 milyon kes.

Navenda Nûçeyan- Rapora Krîzên xwarinê ya Kûrewî (GRFC) encamên daneyên ku xwe dispêrin sala 2024’an, eşkere kir. Di raporê de hat diyarkirin ji ber zêdebûna şer, qutbûnên cidî yên alîkariyên mirovî û bi bandora sosret a avhewa û aboriyê, 13,7 milyon kesên din bê ewlehiya xwarinê ya kronîk dijîn. Li gor raporê zêdebûna tê jiyîn, li ser hev ket sala 6’an û nêzî 300 milyon kes dibe ku ji ber bê ewlehiya xwarinê jiyana xwe ji dest bidin. Li 53 welatên ku GRFC lêkolîn kirine, ji sedî 22,6’ê mirovên dijîn, bi giştî 295,3 milyon kes bi bê ewlehiya xwarinê re rûbirû ne. Li gorî pergala Başkirina Ewlehiya Xwarina Entegra ya piştgiriya NY (IPC), koma ku ketiye kategoriya ‘felaketê’ û rewşên weke kêmaniya cidî ya xwarinê, mirin û birçîbûn, ji sala borî du qat zêdetir bûye. 

Astên felaketê hene

Komên ku di bin xeteriyê de dijîn, ji sedî 95’î zêdetir li Zîvala Xezayê û li Sûdanê dijîn. Li Haîtî, Malî û Başûrê Sûdanê di nava herêmên ku heman krîzan dijîn de cih digrin. Li Sûdanê şerê navxweyî, zêdeyî 24 milyon mirov ber bi bê ewlehiya xwarinê ve dikşîne. Li welat bi fermî xela hat îlankirin. Li Xezayê rewş her roja ku diçe xirabtir dibe. Pisporan hişyarî kir ku nivê nifûsa Xezayê, ji aliyê IPC ve di asta ‘felaketê’ de hatiye pênasekirin û birçîbûn tê jiyîn. Pisporan di heman demê de ragihand ku li welatên wek Myanmar, Nîjerya û Komara Demokratîk ya Kongoyê ji ber şer ewlehiya xwarinê bi awayek cidî xirab bûye.

Krîza avhewayê rewşê giran dike

Di raporê de hat destnîşankirin ku krîza avhewayê jî krîza xwarinê kûr kiriye û hat ragihandin ku bi taybetî li Etiyopya, Kenya, Somalî, Efganistan û Pakistanê xeteriya hişkesaliyê zêde kiriye. Di raporê de hat diyarkirin ku Ajansa Pêşketina Navnetewî ya DYE (USAID) jî di nav de, di encama vekişandina desteka fînansî ya gelek saziyan de, tenê îsal xizmetên zêdeyî 14 milyon zarokan sekinîne. Bi qutbûna alîkariyan re li welatên wek Sûdan, Yemen û Haitiyê bi milyonan zarok bi xeteriya xwarina kêm û mirinê re rûbirû ne.