Di navbera Îsraîl û Hamasê de pevguhertina hemwext destpê kir

Hamasê di encama lihevkirinê de, koma yekem a rahîneyên Îsraîlê radestî Xaça Sor kir. Hat zanîn ku Îsraîlê pêvajoya berdana girtiyên Filistînê daye destpêkirin.

Navenda Nûçeyan – Di çarçoveya ‘plana aştiyê’ ya DYE’yê de piştî agirbesta li Xezayê, di navbera Îsraîl û Hamasê de pevguhertina rehîneyan destpê kir. Hamasê di çarçoveya lihevkirina agirbestê de, koma yekem a rehîneyan ku ji 7 kesan pêk tê radestî Xaça Sor kir.  
Rehîneyên di qonaxa yekem de hatin berdan wek; Matan Angrest, Alon Ohel, Guy Gilboa-Dalal, Gali Berman, Ziv Berman, Eitan Mor û Omri Miran hat eşkerekirin.

Bi deh hezaran Îsraîlî, bi çalakiyeke mezin ku li Tel Avîv hatî li darxistin, berdana rehîneyan ji aliyê Hamasê ve temaşe kirin.

Rehîne wê bi Filistîniyan werin pevguhertin

Hamasê ragihand ku wê 20 rehîneyên zindî û zêdeyî 1900 Filistîniyên li girtîgehên Îsraîlê tên girtin pevbiguherin. Li gorî nûçeya KAN TV’ya dewleta Îsraîlê, rehîne wê li bajarê Xeza, Deyr el-Belah û Han Yunus di nav de li 3 xalan bi qonax werin berdan.

Pêvajoya berdana Filistîniyên di girtîgehên Îsraîlê de tên girtin destpê kir. Bi temamî girtî li otobûsan siwar bûn ber bi xala ku werin berdan ve bi rê ket.

250 ji van girtiyan, wê radestî Şerîaya Rojava, Qudus û welatên din bên kirin, hezar û 716 jê jî wê li nexweşxaneya Naser a li Xeza werin berdan.

Hat diyarkirin ku Hamas dê derdora saet 10:00’an de beşek din a rehîneyan berde.