Li dijî tecrîdê çalakiya nobetê didome

Çalakiya nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 172’emîn didome.

Mexmûr – Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 172’emîn, di roja 880’an de didome.

Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 171’emîn Fatim Hilalî axivî.

‘Bila hemu dayîk ji bo aştiyê rabin ser lingan’

Fatim Hilalî diyar kir ku ew ê heta azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe dinava têkoşîn û çalakiyan de bin û got: “Li hemu Cîhanê meş û çalakî hatine destpêkirin ji bo Rêbertî, gêrîla û girtiyên zindanan. Wek zanyarê ku beşdarî konferansa Stenbol buyî ku qasî 15 kîlometreyan meşiyabû gotî, Rêbertî ronahiya xwe daye tevayî Cîhanê. Wê Rêberê me demek nêz de bi fîzîkî azad bibe û emê dinav xwede bibînin. Ez bang li tevayî dayîkên Kurd û Tirk dikim ji ber dilê wan jî şewitiye, bila bihev re ji bo aştî û biratiyê rabin ser lingan.”

Merasîm bi dewirgirtina koma 172’emîn û dirûşmeyan dawî bû.