Li dijî tecrîdê çalakiya nobetê didome

Çalakvanên wargeha penaberan a Mexmûrê bi biryardariyek xurt ev nêzî du salin di çalakiya nobetê ya bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ne.

Mexmûr – Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 133’emîn didome.

Beriya ku çalakî were dewirkirin di şexsê şehîd Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn de ji bo tevayî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 132’emîn Leyla Arzû Îlhan axivî.

‘Rêber Apo bu dengê aştî û azadiyê’

Leyla Arzû Îlhan destpêkê banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kir û wiha got: “Em dizanin ku yekane riya ji kaosa sîstema desthilatdar ku dinava civakê de avakiriye perspektîfa Rêber Apo ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk e’. Rêber Apo ji bo gelên bindest, jinan, mirovahiyê, parastina nirx û baweriyan bu dengê aştî û azadiyê.”

‘Em ê li derdora banga Rêber Apo xwe rêxistin bikin’

Leyla Arzû Îlhan destnîşan kir ku bi têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê gelê Kurd ji polîtîkayên înkarê rizgar bû û got: “Îro gelê Kurd buye aktorê sereke yê çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn û pirsgirêkên civak ku bi destê sîstema desthilatdar jiyan dike. Ji bo vê çeng wek gel û jin erka me ya sereke ewe ku em li derdora banga Rêber Apo kom bibin û xwe rêxistin bikin. Çawa ku Rêber Apo got ku PKK ne tenê partiyeke, PKK jiyanek nû dana avakirine. Emê jî li ser vê ferasetê rêxistinbikin û dema ku me xwe rêxistinkir û xwe azadkir wê demê emê bikarin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin.”

Leyla Arzû Îlhan di dawiyê de bang li tevayî gelê Kurd û gelên azadîxwaz kir ku piştgiriya xwe ji bo banga Rêberê Gelê Kurd Abdullaha Ocalan nîşa bikin û bikevin nava tevgerê.

Merasîma dewirgirtinê bi dewirgirtina koma 133’emîn dawî bû.