Li dijî rojnamevana jin a Sûdanî Rêşan Uşî gilî hate vekirin
Ofîsa Serokwezîrê Sûdanê, di çarçoveya madetê 10, 24, 25 û 26’an ên Yasaya Têkoşîna li dijî Sûcên Sîber de li dijî rojnamevan Rojnamevan Rêşan Uşî gilî vekir.
Navenda Nûçeyan – Çapemeniya li Sûdanê, bi qonaxeke krîtîk ku gef li azadiya derbirînê dixwe re rûbirû ye. Ev rewş piştî pêkanîna " Mekanîzmaya Neteweyî ya Têkoşîna li dijî Sûcên Sîber û Çavdêriya Naveroka Medyayê" derket holê. Fikarên der barê ev mekanîzma bi lez ji çarçoveya xwe ya rêziknameyî ya hatibû diyarkirin dûr ketiye û di pratîkê de veguheriye amûreke dozên dadwerî de, zêde dibe.
Rojnamevana Sûdanî Rêşan Uşî, îro di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê Facebookê de ragihand ku Ofîsa Serokwezîr di çarçoveya madên 10, 24, 25 û 26’an ên Yasaya Sûcên Sîber de li dijî wê gilî vekiriye. Rêşan Uşî, diyar kir ku darizandina rojnamevanan ji pêvajoya biryardayîna li ser mijarên wekî qeyrana sotemenî û nan an jî têkoşîna li dijî gendeliyê, zûtir pêk tê.
Ev gavên yasayî, piştî biryara Serokwezîr Kamîl Idrîs a avakirina "Mekanîzmaya Neteweyî ya Têkoşîna li dijî Sûcên Sîber û Çavdêriya Naveroka Medyayê" hatin avêtin. Ev gav, ji aliyê derdorên rojnamevanî û mafên mirovan ve bû sedema rexneyên berfireh. Ev mekanîzma, wekî amûrekê ji bo sînordarkirina azadiya derbirînê û bêdengkirina dengên mixalif hate nirxandin.