Li dijî polîtîkayên dûrxistin û asîmîlasyonê: Kobanê nasname û rûmeta me ye

Navê Kobanê nasnameya rast a bajar û xelkê wê nîşan dide û ev nav mîras, dîrok û çanda bajarê Kobanê diparêze. Jin û ciwanên Kobanê diyar kirin ku wan bi navê Kobanê çavên xwe vekirine û dê heta dawî navê bajar Kobanê be

NORŞÎN ABDÎ

Kobanê – Bi gaveke ku mîrasa dûrxistinê ya rejîma Baasê tîne bîra mirov, Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê di belge û platforman de bi fermî navê bajarê Kobanê weke ‘Eyn el-Ereb’ guherand. Biryarê di nava civakên Kurd û raya giştî de rê li ber nîqaşên berfireh vekir.

Navê bajarê Kobanê yê li Rojava bi taybetî ji bo niştecihên wê yên ku bi berxwedan û têkoşîna xwe tên naskirin, xwedî girîngiyeke taybet e. Bi rizgarkirina bajêr ji hêza terorîst a herî xeternak a cîhanê (DAIŞ), Kobanê di bîra cîhanî de cihekî nejibîr girtiye.

Ajansa me bi armanca fêrbûna nêrînên der barê biryara Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ya guhertina navê bajêr bi Eyn el-Ereb re, rapor û nêrînên çalakvanên siyasî, rojnamevan, ciwan û jinan li Kobanê, Rojava, berhev kir.

Kampanyaya ‘Nasnameya Kobanê’

Kampanyaya ‘Nasnameya Kobanê’ kampanyayeke civakî ya serbixwe û ji aliyê ciwanan ve tê birêvebirin, di 6’ê Tîrmehê de ji aliyê komek çalakvan, siyasetmedar û rojnamevanan ve hatiye destpêkirin. Armanca wê ew e ku tekez bike navê bajarê Kobanê ne tenê navekî erdnîgarî ye, nasnameyeke dîrokî, çandî û mirovî ye, nûnertiya xelkê li wir dike. Kampanya hewl dide nasnameya bêhempa ya bajêr biparêze û piştrast bike ku navê Kobanê yê di asta navneteweyî de tê naskirin di hemû belge û tomarên fermî de were bikaranîn.

Bi riya vê kampanyayê, ciwan çalakiyên cûrbecûr li dar dixin da ku resenî û girîngiya sembolîk a navê Kobanê di nav civaka Sûriyeyê de biparêzin. Her wiha armanca kampanyayê ew e ku di civakê de li ser girîngiya parastina nav û nasnameya bajar hişyariyê zêde bikin.

‘Me di 6’ê Tîrmehê de dest bi kampanyayê kir’

Der barê kampanyayê û girîngiya wê di vê qonaxê de, Nûçegihana JIN TV berdevka fermî ya kampanyaya ‘Nasnameya Kobanê’ Rabia Îto, ji ajansa me re axivî û wiha got: “Armanca sereke ya kampanyayê ew e ku pêşî li hikûmeta demkî bigre ku navê ‘Eyn el-Ereb’ ji bo bajêr bikar bîne, ji ber em ji jidayîkbûnê ve dizanin ku navê bajarê me Kobanê ye û ew ê her û her wiha bimîne. Me kampanyayê di 6’ê Tîrmehê de dest pê kir û ji destpêka yekbûnê ve ji bo parastina bêhempabûna herêma Kurdan pêwîst bû kampanyayek wiha bê destpêkirin, ji ber vê ev kampanya pêwîst bû.”

‘Kampanya dê xizmeta berjewendiyên bajêr bike û bîra civakê biparêze’

Rabia Îto wiha domand: “Vê kampanyayê piştgiriyek mezin ji Kobanê, Rojava û heta ji Ewropayê wergirtiye ku dê bandorek erênî li ser kampanyayê bike. Ji ber navê Kobanê ji bo gelê Kurd xwedî girîngiyek sembolîk a taybet e û xwedî dîrok û mîraseyek çandî ya dewlemend e. Em ê wê tenê wekî navê cihekî erdnîgarî nebînin. Ji ber vê, armanca kampanyayê ew e ku hewldanên ciwanan û civakê li dora karakterê bêhempa yê Kobanê birêxistin bike. Kampanya dê xizmeta berjewendiyên bajêr bike û bîra civakê biparêze.”

Rabia Îto da zanîn ku bajarê Kobanê xwedî dîrokeke tijî fedakarî ye. Di seranserê dîrokê de, ev bajar rastî gelek êrîşan hatiye, di nav de êrîşa DAIŞ’ê jî ku metirsiya herî mezin li ser mirovahiyê bû heye û diyar kir ku heta îro jî êrîş berdewam dikin û wiha got: “Kes nikare înkar bike ku navê wê Kobanê ye, ji ber ku cîhan wê bi vî navî nas dike.”

‘Em navê herêma xwe diparêzin’

Rabîa Îto di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku kampanyaya ‘Nasnameya Kobanê’ dê bandorek girîng di warê siyaset, mafên mirovan û dîplomasiyê de bike û got: “Ev kampanyayeke exlaqî nîn e; ew bi riya Komîteya Îdarî, Komîteya Dîplomasî û Komîteya Çalakiyan tê meşandin; çalakî û çalakiyên cûrbecûr tên organîzekirin, broşûr tên belavkirin û navê Kobanê li ser dîwarên bajêr tê nivîsandin. Ev komîte dê her tiştî bike da ku navê bajêr biparêze. Entegrasyon divê demokratîk be û bi riya vê kampanyayê em siyaseta erebkirinê ya ku rejîma berê ya Sûriyeyê li dijî gelê Kurd pêk aniye red dikin, statuya taybet a herêmên xwe yên Kurdî û parastina navên Kurdî dixwazin.”

‘Heta dawî dê navê bajarê min Kobanê bimîne’

Bajarê Kobanê ku axa wê bi xwîna keç û xortên wê hatiye avdan, ji bo gelê Rojava, bi taybetî ji bo niştecih û jinên wê, xwedî cihekî taybet û girîngiyek sembolîk e. Ji ber vê, jinên Kobanê li ser guhertina navê bajêr nêrînên xwe anîn ziman.

Di vê çarçoveyê de, Wehîde Seyîd Ehmed a ji herêma Bûraqaw a Kobanê biryara hikûmeta demkî ya guhertina navê bajêr bi Eyn El-Ereb red kir û got: “Ji dema ku em ji dayîk bûne, ji dema dapîr û bapîrên me ve, bajarê me weke Kobanê tê nasîn û heta roja îro, di 70 saliya xwe de, bajarê min hê jî Kobanê ye, ne Eyn El-Ereb. Çima Eyn El-Ereb? Ew bajarek e ku piraniya nifûsa wê Kurd in lê rayedaran polîtîkayeke Erebkirinê pêk anîn û navê wê kirin Eyn El-Ereb. Dê berxwedan û têkoşîna me heta nefesa me ya dawî bidome. Çawa ku me bi berxwedana xwe navê Kobanê bi cîhanê da nasîn, em ê bi têkoşîna xwe vî navî biparêzin lê ev yek jî ji me, weke jin û xelkê Kobanê tê xwestin em helwesta xwe ya li ser mijara guhertina navê bajêr bi zelalî nîşan bidin.”

‘Şehîdên Kobanê navê bajêr parastin û zindî hiştin’

Bi hewldana hunerî ku ji aliyê ciwanan ve tê birêvebirin, ciwanên Kobanê dîwarên bajêr bi reng û wêneyan dixemilînin, da ku navê bajêr xurt bikin. Ev gav weke bersivek afirîner ji bo hewldanên hikûmeta demkî yên ji bo ferzkirina navê ‘Eyn el-Ereb’ ku berê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li bajêr hatibû dayîn tê.

Der barê beşdarbûna hunermendên jin ji bo kampanyaya ‘Nasnameya Kobanê’ de, jina ciwan Rohilat Derwêş wiha got: “Me bi pênc hevalên xwe re, di çarçoveya kampanyaya ‘Nasnameya Kobanê’ de û li dijî guhertina navê bajêr bi Eyn el-Ereb, kampanyayek ji bo xemilandina dîwaran da destpêkirin. Çalakiyên me boyaxkirina navê Kobanê bi rengên kesk, sor û zer ên ala Rojava û çêkirina wêneyên curbecur li ser gelê Kurd û Kurdistanê bi giştî ne. Armanceke din a van çalakiyan ew e ku kolan û dîwarên bajarê me bixemilînin da ku wêneyek xweşik nîşanî cîhanê bidin.”

‘Em ê heta dawiyê navê Kobanê biparêzin’

Rohilat Derwêş ev tişt got: “Rejîma berê ya Sûriyeyê li dijî herêmên Kurd û gelê Kurd siyasetên derqanûnî dimeşand, navê bajar û herêmên Kurd, tevî Kobanê, guherand. Îro jî hikûmeta demkî heman siyasetê dişopîne. Ji ber vê, em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî navê Kobanê biparêzin.”