Li dijî gotinên wezîra karên civakî li Suweydayê hêrsa gel zêde dibe

Rayedarên Sûriyeyê, êrîşên li ser Suweydayê weke “şaşiyên hatin kirin” bi nav kirin lê Durziyên li bajar diyar kirin ku ne bi “şaşî” bi zanîn sûc û komkujî li dijî Durziyan hatine kirin û armanc koçberkirina Durziyan bûye.

ROŞÊL CANYOR

Suweyda – Wezîra Karên Civakî yê hikumeta demkî ya Sûriyeyê Hind Kabavat di Konferansa Ewlekariyê ya Navneteweyî ya li Munîhê de tiştên li Suweydayê hatin jiyîn wekî “hinek şaşiyan” bi nav kir û ev yek bû sedema nîqaşên mezin.

Hind Kabavat, gotinên Wezîrê Karên Derve Esad Şeybanî ku ji bo êrîşên li ser Suweydayê gotibû “hinek şaşî hatin kirin” li Munîhê dubare kir. Gelê Suweydayê jî vê binavkirinê, weke veşartina sûc û komkujiyên ku li 38 gundan çêbûn û bi hezaran mirov hatin kuştin bi nav kir û diyar kir ku hewl didin sûcê qirkirinê biçûk bikin.

Li gorî raporên navneteweyî, tiştên li Suweydayê hatin jiyîn, di asta sûcên şer de ne, bûyer ne wisa ji rêzê û ferdî ne û vê yekê hêrsa gel zêde kir.

Hala el-Heysem bi gotinên; “Ger şaşiyên sivik bin, ên mezin çi ne?” got ku tiştên li Suweydayê hatine jiyîn sûcên mezin in û nabe ku weke “şaşiyên biçûk” werin binavkirin û got: “Ger ev tiştên sivik bin, tiştên mezin çi ne? Komkujî hatin kirin, mal û der hatin şewitandin, jin hatin revandin, gelek kes hatin windakirin û gelek kes ji malên xwe hatin derxistin. Gelo ev hemû şaşî bûn an sûcên şer? Ev bûyer nabe ku weke sûcên munferîd werin nîşandan. Bûyer wiha jixweber çênebûn, operasyoneke sîstematîk hat lidarxistin û armanc ew e ku demografiya herêmê were guherandin.”

Hala el-Heysem, diyar kir ku tiştên li Suweydayê li dijî Durziyan hatin kirin, nabe ku weke “şaşiyên şexşî” werin binavkirin û got: “Gelo ketina konvoya leşkerî ya bajar, wisa jixweber bû? Van konvoyan bi çekên giran hatibûn dagirtin û gelek wesayîdên zirxî hebûn. Gelo ev hemû dikare weke encama şaşiyeke şexsî werin nîşandan? Bêguman na. Ev operasyona qirkirinê ya organîzkirî bû.”

Nasîna fermî gava yekem a edaletê ye

Hala el-Heysem bal kişand ku komkujiyen çêbûn divê ji aliyê rêveberiya demkî ya Sûriyeyê ve werin naskirin û encax bi vê yekê dê ji bo edaletê gav were avêtin û wiha domand: “Heta ku mezinbûna sûcên li dijî me hatin kirin neyên pejirandin, ne pekan e em vegerin dema berê lewre tekane riya avakirina ewlehiyê di navbera welatiyan de ev e. Ji bo ku tiştên li Suweydayê qewimîn werin lêkolînkirin, belgekirin û raporek adil der barê komkujiya li herêmê hat jiyîn de were amadekirin divê komîsyoneke navneteweyî ya serbixwe were avakirin.”

Hala el-Heysem, behsa bûyereke hovane ya li gundê Metuna hat jiyîn kir diyar kir ku rayedarên li herêmê destûr dane ku gel bikeve axa xwe lê dema ku ketine gund rastî êrîşê hatine û wiha got: “Gundiyan destûr dan ku bikevin gund û erdên wan kontrol bikin lê dema ku ketine îxanetê li wan kirin.”

‘Em dixwazin ji bo kesên rastî êrîşan hatin edalet pêk were’

Hala el-Heysem bi gotinên; “Gelo ji niha û şûnve em ê çawa baweriya xwe bi wan bînin? Mirov ji bo berhevkirina zeytûnan ketin gundên xwe lê rastî êrîşê hatin. Ka bawerî?” got ku ev bûyer îxanet û hevkariya li dijî gel nîşan dide, êşê kûrtir kiriye û bûye sedema şikestina xeyalan. Divê civaka navneteweyî dengê gelê Suweydayê bibihîse û tiştên li herêmê diqewimin ji aliyê komîsyonek navneteweyî ya serbixwe ve werin belgekirin. Ji derveyî edaletê em tiştek din naxwazin. Daxwaza me tenê ew e ku rêzê ji xwîna gel re nîşan bidin û sûcên li dijî me hatine kirin qebûl bikin. Pêdiviya me ew e ku komîsyoneke navneteweyî were avakirin, sûcen kuştin, hilweşandinê belge bike, şahidiya malbatên ku zirarê dîtine qeyd bike. A ku biryar bide ka tiştên qewimîne şaşî ne yan komkujî ne dê vê komîsyonê be.”