Starta Mihrîcana Amarayê hat dayîn

Starta Mihrîcana Amarayê bi dirûşma “Bi Rêbertiya azad ber bi yekîtiya neteweyî ya demokratîk ve”, bi xwendina deklarasyonê û çandina daran hate dayîn.

Riha- Di çarçoveya Mihrîcana Amarayê ya bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk a Rihayê û bi dirûşma “Bi Rêbertiya Azad ber bi yekîtiya neteweyî ya demokratîk ve” li Curnê Reşa Rihayê de, dar hatin danîn. Dar, li ser Rêya Bêl a Taxa Bahçelîevlerê hatin danîn. Hevserokên Giştî yên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, Hevberdevka Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, Wekîla DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayan, Meclîsa Dayîkên Aştiyê, KAT-DER, Şaxa TUHAY-DER’ê, nûnerên TJA’yê, Hevşaredarên Curnê Reş û gelek welatî tevlî çalakiyê bûn. 

Piştî danîna daran, deklarasyona Mihrîcana Amarayê hate xwendin. Di daxuyaniyê de pankarta “Rojên Mihrîcana Amarayê” hate hilgirtin. Kurdiya deklarasyonê Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Ayşe Surucu, Tirkiya wê jî Hevserokê Şaxa KAT-DER’ê Erhan Akyilmaz xwend. 

 Deklarasyon wiha ye:  

“Ev ax xaka destpêkê ya dîroka mirovahiyê ye. Ev qad yekem qada rêxistinkirî ya jiyana civakî ye, dergûşa ku hilberîn, bawerî û wate lê kok girtiye ye. Lê belê, di seranserê dîrokê de, li ser vê axê veguheriye erdnîgariyek ku tê de aqlê desthilatdariyê, serdestî, îstismar û înkarkirinê bi awayên herî eşkere xwe rêxistin kirine. Ev pêvajoya ku tê de gel ji nasnameyên xwe têne bêparkirin, ked tê desteserkirin, xweza tê talankirin û hewl tê dayîn ku pêşengtiya civakî ya jinan were şikandin. Ev yek ne tenê jirêderketinek dîrokî ye, krîzeke sîstematîk a şaristaniyê ye jî. Lê rastiya vê herêmê li hember vê krîzê qet teslîm nebûye. Bi agirê Newrozê, îradeya serhildanan û kevneşopiya berxwedanê ya gel ya li ser van axan hişyarbûnek çêdibe. Ev daneheva dîrokî bêguman her gav bi xwe re rêbazeke nû ya ramanê, paradîgmayek nû ya jiyanê û rêberiyek dîrokî aniye ku dê vê paradîgmayê şênber bike.”

‘Rojbûna Abdullah Ocalan ne tenê rojbûneke takekesî ye’

Di deklarasyonê de hate diyarkirin ku rojbûna Abdullah Ocalan a li Amarayê ne tenê rojbûneke takekesî ye, ew kêliyek jihevketin û derketina ji dilê dîrokî yê lêgerîna azadiya gelan, têkoşîna ji bo wekheviyê û daxwaza civakeke demokratîk e jî û wiha hate gotin: “Ev derketin, bi gotinên Birêz Abdullah Ocalan, temsîla îradeyekê ye ku têkoşîneke hêjayî Prometheusan e û cîhanê li dijî xwe dibîne. Paradîgmaya ku ji hêla Birêz Abdullah Ocalan ve hatiye pêşxistin, perspektîfa çareseriya demokratîk a herî berfireh e ku li dijî nakokiyên mirovî yên hezar salan ên Rojhilata Navîn hatî pêşxistin. Ji ber vê yekê, Birêz Abdullah Ocalan ne tenê rewşenbîrek e, ew di heman demê de îradeyek dîrokî û siyasî û hêzek çareseriyan e ku rê dide çarenûsa gelan. Perspektîfa vê îradeyê, ku di serî de ji aliyê jin bi felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” li dijî pergalên koletiyê yên hezar salan bûye hêza pêşeng di vê paradîgmayê de. Di heman demê de, ciwanan di organîzekirina berxwedana li dijî rizîna pergalê de rolek dîrokî girtine ser xwe. Bi dînamîzma xwe têkoşînê berfireh kirine. Di demekê de ku jin wekî îradeyek damezrîner ku jiyanê ji nû ve ava dike, veguherîna civakî organîze dike û azadiyê temsîl dike, di navenda pêvajoyê de cih digirin. Ciwan, wekî hêza veguhêzînê, di avakirina jiyaneke ehlaqî û siyasî de rolekî pêşeng dilîzin.”

‘Azadiya birêz Ocalan, azadiya gelan e’

Di deklarasyonê de bal kişandin ser trajediyên mirovî û civakî yên ku li çaraliyê cîhanê,û bi taybetî li Rojhilata Navîn diqewimin, bandora kûr a krîza sîstemîk a modernîteya kapîtalîst li ser jiyana civakî û mirovî bi awayekî zelal xwe nîşan didin û wiha hate gotin: “Li hember vê trajediyê, bi taybetî modela demokratîk a li Rojava hatiye avakirin. Wekî alternatîfek berbiçav a li ser bingeha beşdariya rasterast a gel ku azadiya jinan dide pêşiyê û avahiyek civakî ya pir-nasname û pir-bawerî mîsoger dike, cihê xwe li ser dika dîrokî girtiye. Tevî hemû êrîşên sîstematîk ên hêzên hegemonîk, ev model bi berxwedana kolektîf a gel kariye xwe biparêze û bidomîne. Vê rastiyê careke din nîşan daye ku yekîtiya rêxistinkirî û îradeya hevpar a gel tekane hêz e ku dikare planên her hêzek hegemonîk têk bibe. Daxwaza ku wekî îradeyeke hevpar a bi milyonan li qadên Newrozê radibe, eşkere ye. Statuya siyasî ji bo Birêz Abdullah Ocalan, azadî ji bo gel, wekhevî ji bo jinan û çareseriyeke demokratîk e. Ev îrade êdî bûye pêdiviyeke dîrokî ya neçarî. Ji ber vê yekê, em bang li hemû aliyan, bi taybetî hêzên herêmî û navneteweyî dikin, ku ji hesabên teng ên berjewendiya xwe derkevin û li ser bingeha îradeya çareseriyê gavên berbiçav û wêrek bavêjin.”

Piştî daxuyaniyê, girseyê li Rêya Bêl bi diruşmeyên ‘Bê Serok jiyan nabe’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo’ meş lidar