Li dijî dagirkeriyê Til Temir û Zirganê jiyan rawestandin herikîn qadan
Pêkhateyên bajarê Til Temir û Zirganê Kurd, Ereb û Aşûr berxwedana fermandarê berxwedana Şêx Meqsûd û hevalên wî bi meşeke girseyî silav kirin û komkujiyên li ser herdu taxan şermezar kirin.
Til Temir – Ji bo şîna şehîdên Şêx Meqsûd û rêzdayîna berxwedana wan a dîrokî li parêzgeha Helebê, îro firoşkarên bajarê Til Temirê deriyên firoşgehên xwe girtin. Heman demê dibistanên bajar û gundewaran jî hatin girtin.
Bi armanca silavkirina berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û şermezarkirina komkujiyên bi xwîn ên li dijî bi hezaran şêniyên her du taxan ji Kurd û Êzidiyên li wir tevî koçberên Efrînê yên li wir bicih bûbûn, pêk hatin meşek girseyî hat lidarxistin.
Pêkhateyên bajarê Til Temir û Zirganê yên Kantona Cizîrê bi Kurd, Ereb û Aşûr tevî saziyên civaka sivîl, rêxistinên jinan, partiyên siyasî, kesên temenê wan mezin û ciwan, ji bo beşdarî meşa rûmetê bibin her kes li çerxeriya Qendîlê kom bû.
Beşdaran bi bilindkirina pankart û wêneyên zarok û kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane, dirûşmên “Berxwedana Şêx Meqsûd bi şervan û gelê wê jîndar dibe” berz kirin û dest bi meşa rûmetê kirin.
Meşa ku ji çerxeriyê destpê kir, heta ber Saziya Malbatên Şehîdan domiya. Piştî qedeyek rêzgirtinê, Rêvebera Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Jiyan Kobanê axivî.
‘Dewleta Tirk a dagirker polîkayên qirkirinê li dijî gelê Kurd dimeşîne’
Jiyan Kobanê di destpêkê de sersaxî ji malbata fermandar Ziyad Heleb û hevalên wî re xwest û wiha berdewam kir: “Berxwedana li Eşrefiyê û Şêx Meqsûd li hemberî tang û topên dewleta Tirk û cîhadîstên HTŞ’ê hat meşandin dîrokî bû. Lê ev ne cara pêşîn e ku li hemberî gelê Kurd îxanet tê kirin. Ji lewre pêşengiya vê êrîşê dewleta Tirk a dagirker, kir û biryara qirkirina gelê Kurd da. Colanî di nava çend rojan de Sûriyeyê girt û rejîm hilweşiya lê taxek Kurdan 5 rojan berxwedaniyek heta dawî raber kir. Ger ev were muqayesekirin wê asta şerê gelê şoreşgerî û îradeya li hemberî dewletan were zanîn û fêmkirin.”
‘Wê berxwedana gel raneweste’
Jiyan Kobanê soza bilindkirina asta têkoşînê da û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Heta ku hikûmeta Colanî û hevkarên wî yên NATO’yê êrîşan bikin, wê berxwedana gel jî nesekine. Gelê li pey heqîqet û azadiyê wê dest ji rêwîtiya xwe bernede.”
Piştî axaftinan helbet û stran ji bo giyanê fermandar û şervanên di berxwedanê de gihîştin asta şehadetê, hatin xwendin.
Meş bi dirûşma “Bijî berxwedana Şêx Meqsûd” bi dawî bû.