Li Derbendîxanê jinek bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da

Li bajaroka Derbendîxanê jinek bi awayek bi guman ket robarê Sîrwan û jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan- Li Başûrê Kurdistanê rêjeya sûc û tundiya dijî jinan her ku diçe zêdetir dibe. Hikûmeta demborî jî ti girîngî nade dozên jinan, sûcdaran ceza nake û bi hincetên cûda ku dibêjin xwe kuştiye an jî hewl daye xwe bikuje, sûcdar tên parastin. Tenê di meha Çileya îsal de 8 jin bi awayek guman mirine an jî hatine kuştin.

Li gorî agahiyan li bajaroka Derbendîxan a ser bi parêzgeha Silêmaniyê, jinek 43 salî ya ku nişteciha Silêmaniyê ye, ketiye robarê Sîrwan û fetisiye. Li gorî xizmên jinê dibêjin, derûniya jina ciwan ne baş bû û bi xwe dawî li jiyana xwe aniye.

Ev bûyer di demek ku di 1’ê Sibatê de jinek di navbera 18-20 salî de gihandine beşa lezgîn a nexweşxaneya Ranyayê, li gorî bijîşkan beriya bigihe nexweşxaneyê miriye û şopên guleyan di bedena wê de hebûn, qewimî.