Li Derayê zarokek bi teqîna mayînê jiyana xwe ji dest da

Li nêzî bajarokê Kirk ê gundewarê rojhilatê Derayê, zarokekî 4 salî ji ber teqîna mayînekê ya bermahiyên şer jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan – Bermahiyên şer ên li Sûriyê, yek ji wan pirsgirêkên herî cidî ye ku zarok pê re rû bi rû dimînin. Şerê çekdarî, bi taybetî jiyana piraniya kesên li herêmên mayînên reş û teqemeniyên neteqiyayî, dixe di bin xeteriyan de.

Li nêzî bajarokê Kirk ê gundewarê rojhilatê Derayê, zarokekî 4 salî ji ber teqîna mayînekê ya bermahiyên şer jiyana xwe ji dest da.

Di 10 mehan de 166 zarok bi teqîna mayînan mirin

Li gorî amarên Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), li Sûriyeyê ji 8’ê Kanûna 2024’an heya niha 166 zarok  û 42 jin di nav de 611 kes ji ber teqîna bermahiyên şer jiyana xwe ji dest da. SOHR’ê der barê mijarê de ev agahî parve kirin:

Li herêmên hikûmeta demkî: 25 jê jin û 123 jî zarok bi giştî 473 kes hatine kuştin, her wiha 11 jê jin û 204 jê zarok 486 kes birîndar bûne.

Li herêmên Rêveberiya Xweser: 4 jin û 18 zarok di nav de 40 kes hatine kuştin. 44 jê zarok û 2 jê jin 67 kes jî birîndar bûne.

Li herêmên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin: 13 jin û 25 zarok di nav de 95 kes hatine kuştin û 107 kes birîndar bûne ku di nav de 40 zarok û 8 jin hene.