Li cihê ku 3 jinên pêşeng lê hatin qetilkirin find hat pêxistin

Jinên kantona Firatê bi boneya salvegera 5`emîn a komkujiya Helincê, ku di encamê de 3 jinên pêşeng şehîd bûn, mûm pêxistin.

Kobanê – Bi dehan jinên ji kantona Firatê bi boneya salvegera 5’an a komkujiya gundê Helincê yê bajarê Kobanê mûm li cihê bûyerê pêxistin. 

Di çalakiyê de, keça Yadê Emîne Weysî û cîgira Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê Mizgîn Xelîl axivî û got: "Di şexsê dayika min de çanda dayîkên xwedawend û têkoşîna jinan kirin hede. Bi wê re xwestin dîsa kirasê koletiyê li bejna jinê bikin. Lê nizanin ku jin bi saya felsefeya û fikra Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan êdî ji wan hişmeniya rizgar bûye."

Dûre li ber wêneyên şehîd Zehra Berkel, Yadê Emîne Weysî û Hebûn Mele Xelîl mûm hatin pêxistin.

Roja 23'yê Hezîrana sala 2020`an, balafirên bêmirov ên artêşa dewleta Tirk a dagirker malek li gundê Helincê yê kantona Kobanê bombebaran kiribû, di encamê de endamên Kongra Star Zehra Berkel, Emîne Weysî û Hebûn Mele Xelîl şehîd bûbûn.