Li Cezayîrê sûcên li hember zarokan zêde dibin
Li Cezayîrê bûyerên revandina zarokan zêde dibe. Psîkolog Lînda Ghleimî anî ziman ku sûc3en li hemberî zarokan her ku diçe zêde dibe û li hemberî vê pêdivî bi têkoşînê heye.

RABIA XERÎS
Cezayîr – Zêdetirî mehek berê, Cezayîrî ji ber qetilkirina keçikek bi navê Marwa Boughashish a li daristanek li bajarê Constantine, şok bûn. Çend sal berî wê jî welat bi çîroka keçikek bi navê Nahal hejiya. Nahal ji nişka ve li ber çavên malbata xwe ya li gundê Ait Alî yê bajarê Tizi Ouzou, bi qasî 110 kîlometreyan li rojhilatê paytexta Cezayîrê winda bû. Nahal bi awayekî ku tenê weke "hovane" dikare bê binavkirin, hat qetilkirin.
Rayagiştî li tevahiya Cezayîrê û li parêzgeha Chlef (bajarek li navenda rojavayê Cezayîrê ku 200 km dûrî rojavayê paytextê ye) niha jî şoka windabûna zarokek temenbiçûk ê bi navê "Bouhali Marwa" yê 17 salî dijî.
Bûyerên revandina zarokan ên ji sala 2000'an ve çêbûne
Her çiqas tu amarên fermî tune ne ku van sûcan li Cezayîrê bi awayekî rast diyar bikin jî, bi taybetî ji hêla hejmara navînî ya sûcên wekhev ve, hinek lêkolînên berê yên di zanistên civakî de hatine kirin hene. Ev lêkolîn tekez dikin ku ev bûyer bi zelalî di sala 2000'î de destpê kiriye. Hewldanên revandinê di sala 2016'an de gihîştin asta herî bilind. Herî kêm 200 bûyer hatine tomarkirin. Di nav de yên 8 zarokên ku bi qetilkirina bi zanebûn re rûbirû mane jî hene.
Bilançoyên ku hatine piştraskirin
Li gorî amarên herî dawî yên Tora Cezayirê ya ji bo Parastina Mafên Zarokan (rêxistineke nehikûmî ye), di sala 2020'an de 13 bûyerên revandina zarokan hatine tomarkirin, di sala 2019'an de 220 hewldanên revandinê hatine tomarkirin û hewldanên ewlehiyê bi awayek serkeftî zêdetirî 52 mexdûran rizgar kirine.
Malbatên Cezayîrî derbarê motîvên rastîn ên li pişt vê bûyerê de bi fikar in. Her wiha rêbazên ji bo jiholêrakirina wê yan jî qet nebe sînordarkirina hebûna wê, tên kirin.
Meylên tolhildanê û xwestina pereyan
Psîkolog Lînda Ghleimî analîza xwe bi vê pirsê dest pê dike: Gelo sûcdar dema ku sûcek dike di bin motîvasyon û aloziyên psîkolojîk de ye? Lînda bi awayekî teqez bersiv dide: “Bêguman, sûc xwedî gelek motîv û armancên cuda ye, di nav de tolhildan jî heye. Ji ber ku sûcdar pir caran serî li çareserkirina nakokiyên kesane dide, ango dema ku di navbera malbatên zarokan û kesên wan direvînin de nakokiyên kesane hebin.”
Sedema duyemîn jî revandina zarokan ji bo pereyan an jî rakirina jêkirina lebateke ji bedena wan (mafyayên lebatê) ji bo bazirganî yan armancên din ên destdirêjiyê ye. Lînda Ghleimî wiha dibêje: "Ev bûyer di civaka Cezayîrê de ne berbelav e lê di van demên dawî de dest pê kiriye ku derkeve holê. Lebatên mirovan, ên zarokan di sêrbazî û şahiyê de tên bikaranîn. Hinek sêrbaz zarokan di destpêka jiyana wan de ji bo pratîkên sêrbazî û rêûresmên sêrbaziyê direvînin. Hinek sûcdar di warê psîkolojîk de nexweş in. Hinek analîzên psîkolojîk ên kesayetiya her sûcdarek nîşan didin ku wî zarokatiyek dijwar û bêparbûna hestyarî jiyaye, ji ber vê serî li sûcên derheqê zarokan dide."
Destdirêjiya li ser zarokan
Faktoreke din a girîng ku dibe sedema belavbûna revandinê, ew jî bûyera destdirêjiya li hember zarokan a di civaka Cezayîrî de ye ku li seranserê cîhanê weke "Pedofîlî" tê zanîn. Lînda Ghleimî li ser vê wiha got: "Li gorî hinek lêkolînên ku bi tena serê xwe hatine kirin, ev sûc di salên dawî de bi girîngî belav bûye, ji destdirêjiyê dest pê dike û bi tecawiz û kuştinê bi dawî dibe."
Sedemên curbicur ên ku zarok mexdûr dibin
Li gorî hejmar û bîlançoyên ku ji hêla Enstîtuya Delîlên Sûc û Krîmînolojiyê ya Cezayirê ve di sala 2015'an de hatine weşandin, ji sedî 52’yê revandina zarokan ji ber nakokiyên kesane yên di navbera sûcdar û malbata qurbanî de çêbûne û sûc pirî caran ji ber tolhildanê ye. Şebekeyên sûcên rêxistinkirî ji sedî 29 revandinên bi armanca fîdyeyê pêk anîne, ji sedî 12 bûyer ji ber tundiya zayendî, ji sedî 5 bûyeran ji ber bazirganiya lebatan pêk hatine û ji sedî 2 jî ji revandinên bê sedemên ravekirinê mane.
Hewcedarî bi vekirina deriyên diyalogê heye
Dema ku ji Lînda Ghlimî hat pirsîn ka meriv çawa vê bûyerê ku civaka Cezayîrê dorpêç kiriye û guman û tevliheviyê di dilê dê û bav û zarokan de çandiye çareser bike, wê bersîvek wiha da: "Plan divê bi perwerdekirina zarokan destpê bike, bi destnîşankirina perwerdeya zayendî û çandina wê ramanê di nav wan de ku bedena wan taybet e û kes nikare dest bide wan. Ji ber vê divê xwezaya mirovên ku zarok divê bi wan re têkilî deynin were destnîşankirin, çi di nava malbatê de, baxçeyê zarokan be, yan jî saziya perwerdeyê ya ku ew lê dixwîne be. Her wiha hewcedarî bi vekirina deriyê diyalog û baweriyê di navbera dê û bav û zarokan de heye. Di heman demê de destpêkirina kampanyayek hişyariyê di nava civakê de ji bo belavkirina hişyariyê, bi taybetî di nava dê û bavan û mamosteyan de. Ji ber rola girîng a ku ew di bidestxistina armancên fêrbûnê de dilîzin."