Dayîkên Şemiyê: Kasim û Halîl Alpsoy li ku ne?

Dayîkên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de li aqûbeta Kasim û Halîl Alpsoy pirsîn û gotin: “Lêpirsîneke berfireh, serbixwe û bêalî ku berpirsyarên sûc derdixe holê û ceza dike, bimeşînin.”

Stenbol - Dayîk/Mirovên Şemiyê, bi daxwaza pirsîna aqûbeta kesên di binçav de hatine windakirin û darizandina kiryarên wan, di hefteya 1103’yemîn de li Qada Galatasarayê kom bûn. Beşdarên çalakiyê, wêneyên kesên di binçav de hatine windakirin û qurnefîl hilgirtin. Daxuyanî, ji aliyê endama Komîsyona Li dijî Windakirinên di Binçav de ya Şaxa ÎHD’a Stenbolê Zeynep Yildiz ve hat xwendin. Di çalakiya vê hefteyê de li kiryarên Halîl Alpsoy û Kasim Alpsoy ku 32 sal berê li Stenbolê hatin binçavkirin, hate pirsîn.

Zeynep Yildizê, diyar kir ku divê Serokatiya Daîreya Sûcên Kiryarnediyar a di bin sîwana Wezareta Dadê de hatiye avakirin, di heman demê de windakirinên bi darê zorê û binpêkirinên giran ên mafên mirovan ên bêceza hatine hiştin jî lêkolîn bike. Zeynep Yildiz wiha got: “Ev beş  divê ne tenê mekanîzmaya dosyeyan veke, divê ji bo rastiyê derxîne holê, kiryaran aşkera bike û derxîne pêşberî darazê jî. Nexwe dê necezakirin li vê xakê weke pratîkeke fiîlî bidome.” 

Herdu jî rastî îşkenceyan hatin

Zeynep Yildiz piştre serpêhatiya Kasim û Halîl Alpsoy bi van gotinan anîn ziman: “Em îro, careke din ji bo Kasim û Halîl Alpsoy ên 32 sal berê hatine windakirin, daxwaza edaletê dikin. Halîl Alpsoy, di şeva 12’ê Gulana 1994’an de li gel hevjîna xwe û pitikê xwe yê 40 rojî vegeriya mala xwe ya li Kanaryaya Stenbolê. Li ber deriyê malê ji hêla polîsan ve hate binçavkirin. Dema hevjîna wî xwe neqayîl kir, polîsan nasname nîşan dan û gotin; ‘Mereq neke, em dibin qereqolê. Dê heta nîv saetek vegere.’ Halîl Alpsoy li Torosa spî hate siwarkirin û êdî venegeriya. 18 roj piştre jî li daristaneke Kirikkaleyê hate dîtin û ji ber îşkenceyê nedihat naskirin. Xwişk-birayên wî, ew ji şopa ser destê wî ya ji zarokatiyê nas kirin. Hefteyek piştî binçavkirina Halîl Alpsoy, îcar jî polîsan pismamê wî Kasim Alpsoy di serdegirtina malê de girtin. Polîsên çekên lûledirêj di destê wan de hebûn, Kasim Alpsoy ê 30 salî binçavkirin û birin Daîreya Îstîxbaratê ya Edeneyê. Di heman rojê de hate berdan lê belê nasnameya wî hate desteserkirin. Jê re gotin ‘sibê were nasnameya xwe bigire.’ Dema vegeriya malê îşkence lê hatibû kirin. Roja din ji bo nasnameya xwe çû avahiya MÎT’ê. Xizmê wî jî li ber derî sekinî. Lê belê Kasim Alpsoy êdî ji wê avahiyê derneket.” 

‘Emê dev ji daxwaza edaletê bernedin’ 

Di berdewamê de Zeynep Yildiz anî ziman ku heta niha jî binçavkirina Halîl û Kasim Alpsoy hatiye înkarkirin û wiha pê de çû: “Tevî serlêdanên malbatê jî tu pêşketin çênebû. Li gorî xalên DMME’yê, pêvajoyên edlî yên heqîqet dernexistî holê û berpirsyar nehatine girtin, weke pêvajoyên bibandor nayên qebûlkirin. Di serî de Kasim û Halîl Alpsoy, di dosyeyên hemû kesên di binçav de hatine windakirin, bêyî lêpirsîneke baş hatin girtin. Em dixwazin dawî li van biryarên rê li ber binpêkirinên giran vedikin bê anîn. Lêpirsîneke berfireh, serbixwe û bêalî ku berpirsyarên sûc derdixîne holê û ceza dike bimeşînin. Çend sal jî derbas bibin em ê tu car ji bo Kasim û Halîl Alpsoy dev ji daxwazkirina edaletê bernedin.” 

‘Em biçin jî dê neviyên me li vê qadê bin

Hevjîna Kasim Alpsoy, Leyla Alpsoy jî di çalakiyê de axivî û got: “Ev 32 sal in em li vê qadê ne. Hevjînê min çima hate windakirin, çima goreke wî nîne? Neviyê min mezin bû û dibêje ‘Kanê gora bapîrê min?’ Binhêrin, vaye cejn nêz bû lê goreke ku em biçin serdanê û dua bikin tuneye. Nebe ku hûn bêjin dê ji bîr bikin. Em ê ji bîr nekin. Heta ku hemû windakiriyên xwe dibînin jî em dê li qadan bin. Em ê dev ji têkoşînê bernedin. Em biçin jî dê neviyên me li vê qadê bin.” 

Hevjîna Fehmî Tosun Hanim Tosun jî, li hember pêşandana bi kostumê Cem Ersever a li Enqereyê ku endamê JÎTEM’ê û faîlê bi sedan windakiriyan e, bertek nîşan da û got: “Hevjînê min li ber çavên min li Torosê siwar kirin û revandin. Bi mihrîcana li Enqereyê re van birînên me xwînî dikin. Madem komîsyon hate avakirin, wê demê Wezîrê Dadê çima derheqê van kesan de daxuyaniyekê nade?” 

Di çalakiyê de ji bo çalakiyên dê sibe di çarçoveya Hefteya Windakiriyan de bên lidarxistin jî banga tevlibûnê hate kirin. Di çalakiyê de ji bo Kasim û Halîl Alpsoy û hemû windakiriyan daxwaza edaletê hate kirin. 

Piştre beşdaran qurnefîl danîn Qada Galatasarayê ya bi bariyeran girtî ye.