Li Cezayîrê pirsgirêka tundiya malbatî ya li dijî keçên ciwan didome
Bûyerên kuştina keçên ciwan di nava malbatên Cezayîrê de zêde bûye. Tundiya navmalî, qelsiya mekanîzmayên parastinê nîşan dide û eşkere dibe ku divê zarokên temenbiçûk werin parastin mekanîzmayên ragihandinê aktîf bibin.
RABÎA XERÎS
Cezayîr – Nîsana sala 2026’an mehek asayî nebû, ji ber ku komeleyên jinên Cezayîrî berdewamiya sûcên kuştina jinan belge kirin. Heft jinên di navbera wan de keçên ciwan jî hebûn, ji aliyê bavên xwe ve hatin kuştin. Ev yek pirsên lezgîn derdixe holê. Sedema sûcên di nava malbatê de çi ne? Taybetmendiyên sûcdar û kesên rastî tundiyê hatine çi ne û bandor û encamên sûcan li ser jiyana malbatê çi ne?
Di navbera 2 û 28’ê Nîsanê de, heft bûyerên kuştinê di nava malbatên Cezayîrî de hatine tomarkirin û di nava kesên ku bûne hedefa van sûcan de du zarokên keç ên temenê wan biçûk jî hebûn. Di destpêka meha borî de, bajarê Batnayê bi trajediyek malbatî re rûbirû ma û bajar hejiya. Bavekî çil salî keçek xwe kuşt, keçeke din şewitand û hat diyarkirin ku niha bin çavan de ye.
Çîrokên trajîk
Li gorî agahiyan bav herdu keçên xwe yên ku li mala xalê xwe diman vexwendin malê. Ji ber ku her du keçikan dixwestin piştî mirina dayîka xwe û zewaca bavê xwe bi xalê xwe re bijîn ji wan aciz bû. Dûre keça xwe ya herî biçûk ku temenê wê 12 salî bû kuşt, parçe parçe kir û di balkona mala xwe de veşart. Di heman demê de hewl da zaroka duyemîn a 8 salî, bişewitîne lê ew dikaribû bireve qereqola polîsan a herî nêz da ku sûcê bavê xwe ragihîne.
Trajediya duyem a malbatî li bajarokê El-Şatt qewimî, li wir bavekî keça xwe ya ku temenê wê 17 salî bû, di dibistana navîn de dixwend û xwe ji bo azmûnên zanîngehê amade dikir, kuşt. Sûc di hundirê xaniyê malbatê de qewimî, li wir bav bi tundî li keça xwe da û bû sedema mirina wê.
Di dawiya meha Çileya borî de, bajarokê Sîdî Ekaş ê li bajarê El-Şelef bi sûcekî hejiya ku di navbera jinan û çalakvanên mafên mirovan de şokek mezin çêkir. Çalakgerên ku daxwaza çalakkirina parastina lezgîn ji bo zarokên di xeterê de ne kirin, xwestin yekser stargeh werin avakirin, kesên tundiyê dikin werin dûrxistin.
Yek ji bûyeran jî ya Essmaa Oumayîma Momîna ya şazdeh salî ye ku ji hêla bavê xwe ve bi ‘mudara’ (amûrek çandiniyê ya tûj) "El-Madraa" hat kuştin. Wî bi tundî û awayekî xeternak lê da û di encamê de tevahiya bedena wê perçe bû.
Trajediya Henan û Oumayîma gelek trajediyên malbatî yên ne tirsnak tînin bîra me, ya herî girîng çîroka herdu xwişkan e. Îman Bonûweyîfa ya 26 salî, xwendekara beşa psîkolojiyê û xwişka wê ya biçûk, Melek Bonûweyîfa ya 18 salî bi destên bavê xwe hatin kuştin. Ev sûcên hovane berdewamiya sûcên yekem bûn ku 16 sal beriya vê dîrokê qewimîbûn. Wî berê hevjîna xwe ya sih salî ya ku 8 meh ducanî bû kuşt. Dayîk li ber çavên her du keçên xwe, Îmana 11 salî û Meleka 3 salî, hatibû kuştin. Piştî ew ji girtîgehê derket, her du xwişk neçar man vegerin û bi bavê xwe yê kujer re di heman malê de bijîn lê wan nizanibû ku ew ê bi heman senaryoyê re rûbirû bimînin. Dawiya wan weke ya dayîka wan be.
Ne diyardeyeke nû ye
Kuştina Hanan, Omayîma, Îman û Melekê ne tenê “bûyerên tesadufî” yan “trajediyên şexsî” ne, bi awayekî zelal xeter û encamên kombûna tundiya di nava qada malbatê de eşkere dikin, tê texmînkirin ku parastin digihîje asta xwe ya herî bilind.
Şêwirmenda malbatê û çalakvana Jinan Someya Xezolî, di analîzkirina faktorên sazûmanî yên ku piştgiriya belavbûna vê diyardeyê dikin de dibêje: “Ev diyarde ji bo civakê ne tiştekî nû ye. Berovajî vê, encama dirêj a salan e. Lê belê di navbera rabirdûyê û niha de ferqek heye. Di demên berê de, dozên îstîsmarê, nemaze li dijî keçên temenbiçûk, ji ber gef, tirs, an zextên malbatê yên ku bêdengiyê ferz dikirin da ku nav û dengê malbatê biparêzin, an jî nebûna aliyên ku lê sûc bên ragihandin, di nava dîwaran de asê diman.”
‘Pêwîstî bi aktîfkirina mekanîzmayên parastina lezgîn heye’
Ew bawer dike ku torên medyaya dîjîtal bêdengiya li ser tundiyê, nemaze tundiya navmalî û ya li ser bingeha zayendî, şikand, wisa da xuyakirin ku ev diyarde zêde dibe. Someya wiha got: “Ne mumkun e bi hebûna hinek faktorên ku bi rastî beşdarî zêdebûna wê bûne, were înkarkirin, wekî zextên civakî û aborî, sedemên sereke yên tundiyê tên hesibandin, ji bilî qelsiya mekanîzmayên parastin û astengkirinê, dest pê dike bi baweriya bi daxuyaniyên gilîkaran û bi cidî mijûlbûna bi her hişyariyê re da ku ewlehiya wan were misogerkirin. Ev heman daxwazên ku berê ji hêla koma “Na ji Kuştina Jinan li Cezayîrê re”, “Weqfa Pêşvebirina Mafan” ve hatine pêşkêşkirin. Her wiha pêwîstiya aktîfkirina parastina lezgîn ji bo zarokên di xeterê de bi misogerkirina yekser avakirina stargehek, rakirina rastîn a sûcdarê tundiyê. Her wiha yekser aktîfkirina mekanîzmayên parastina zarokan dikin.”
Îro çi pêwîst dike?
Li gorî statîstîkên koma “Na ji kuştina jinan li Cezayîrê” re, ji sala 2018’an vir ve zêdetirî 394 bûyerên kuştina jinan hatine tomarkirin. Kom tekez dike ku ev hejmar kêmtirîn hejmarê temsîl dike û ji ber zehmetiya gihîştin û belgekirina dozên din, hejmara rastîn a jinên ku li welat rastî tundiyê hatine pir zêdetir e.
Someya Xezolî balê dikşîne ser faktoreke din ew jî zîhniyeta civakê û çanda baviksalar e ku hê jî di hinek derdoran de ji bo kontrolkirina keçan tê bikaranîn. Yek ji hincetên herî berbiçav ku ji bo rewakirina tundiyê bi kar tîne ew e ku keç bav û birayê xwe teşwîq dike ku li dijî wê tundiyê pêk bînin. Wê hevoka ku bi gelemperî tê bikaranîn, “Wê çi kir?” bi bîr xist ku tê wateya (keçikê çi xeletî kiriye). Ji ber vê yekê, ew dibêje ku derdore roleke girîng di xwedîkirina vê diyardeyê û pêşvebirina tevgerên êrîşkar de dilîze.
Di analîza xwe ya kûr a li ser kêmasiyên di sîstema parastinê de, diyar dike ku pirsgirêk ne di hebûna qanûnan de, di sepandina wan bi awayekî rast di jiyanê de, ji bilî nebûna mekanîzmayên ragihandin û parastinê yên rasterast.
Someya Xezolî tekez kir ku pêdivî heye mekanîzmayên parastina qanûnî bi riya sepandina hişk a qanûnan werin xurtkirin û prosedurên ragihandinê û piştgiriya kuştiyan bileztir bibin. Di heman demê de parastina wan ji zext û gefan were misogerkirin. Girîng e cihên ewle û hucreyên guhdarîkirinê werin peydakirin da ku tundî kêm bibe û komên xeternak, nemaze zarok û keçên ciwan, werin parastin.