Li Cezayirê mihrîcana çandî: Pirek di navbera çandan de

Helbestvanên jinên ku beşdarî mihrîcana Çandî ya Navetewî ya Helbesta Jinan li Cezayirê bûne destnîşan kirin ku mihrîcan pira çandî ye ku dikarin bi riya wê çand û mîrasa xwe zindî bikin.

SARA CEQRÎF

Cezayir – Bajarê Qesnatînê ya rojhilatê Cezayirê mazûvaniya 14'emîn festîvala Çandî ya Neteweyî ya Helbesta Jinê dike. Ev mihrîcan di 17'ê Nîsanê de bi diruşmeya "Bi helbesta xwe rabe' dest pêkir. Zêdetirî 40 helbestvanên jin ji hemû eyletên Cezayirê beşdarî mihrîcanê dibin.

Di mihrîcanê de pêşangehek mîrateya çandî ya ne madî ya jinên Cezayirê ji bo xelatkirina bîranîna kolektîf a bi jinan re hat vekirin. Her wiha çalakiyên din jî balê dikşînin ser zekaya çêkirî û teknolojiyên pêşketî. Di heman demê de pêşandanek helbestî ya şanoyê bi navê 'Hêziyê.. Helbestek ji agir' hat pêşkêşkirin ku çîroka jina navdar a Cezayirî Hêziyê vedibêje.

'Mihrîcan di navbera çandan de bû pirekî’

Rêvebera festîvala Çandî ya Neteweyî ya Helbesta Jinan Emîra Diliyo pesna rola pêşeng a 14'emîn a mihrîcanê ku tê de jinên afirîner pîroz dikin û dengên helbestvanî yên jinan ên bi bandor û îlhamdar digre nav xwe, da. Emîra Diliyo wiha got: "Qesnatîn bi bajara çand û hunerê û dergûşa şaristaniyan tê nasîn. Mihrîcana îsal nîşaneya lûtkeya pêvajoyek berdewam a xebata çandî ye. Ev mihrîcan bi armanca bihêzkirina jinên afirîner di qada helbestvaniya navnetewî de ye. Çand û huner dû stûnên bingehîn ji bo parastina nasnameya netewî û bilindkirina hişmendiya kolektîf in. Mihrîcan dê heta 21'ê Nîsanê bi çalakiyên curbicur dewam bike. Mihrîcan girêdana me bi mîrasê re xurtir dike, ji ber ku ew pirek çandî ye."

Helbestvanên jin ala helbestên jinan bilind dikin

Helbestvan Memyûnê Yûsif ji parêzgeha Tesmslît beşdarî mihrîcanê bûye kêfxweşiya xwe wiha anî ziman: "Ev cara çaremîne ku beşdarî vê mihrîcanê dibim û berhemên xwe tê de pêşkêş dikim. Îsal bi helbesta "Tevlihevî" beşdarî mihrîcanê bûm."

Helbestvan Mêdonî Besma ku ji rojhilatê Cezayirê ji parêzgeha El-Tarêf jî got ku helbest beşeke yekgirtî ya mîrasê ye û jin rolek mezin di parastina wê de dilîze.

Helbestvan Hedîl akêf ku ji eyleta Xirdeyeyê ye beşdarbûna xwe ji mihrîcanê re wek derfetek ji bo bilindkirina dengê jinan pênase dike û wiha dibêje: "Min di mihrîcanê de helbestên girêdayî evîna xwe bi welatê xwe re û girêdana bi bedewiya Cezayirê re xwendin."

Di mihrîcanê de çalakiyên curbicur tên li darxistin

Hêjayî gotinê ye ku di mihrîcanê de gelek çalakî hatin li darxistin, wek serdana şûnwarê kevnar ê Tidisê, xwendina helbestan û vejandina adet û kevneşopiyên girêdayî mîrasê. Di heman demê de gelek semîner ji aliyê jinên akademîk derbar girêdanan bi çand û hunerê û nûjenkirina mîrasê hatin dayîn û wê bidomin jî.