Li Cezayirê mafên jinan û azadiya derbirînê di bin gefê de ye
Piştî ku li Cezayîrê li dijî rojnameya jinan û xebatkarên wê kampanyayeke tundiya dîjîtal û teşwîqkirinê dest pê kir, komeke rêxistin û kesayetên mafên mirovan daxuyaniyek da û gotin, “Ew ê nehêlin tirs û nefret civaka wan dîyar bike.”
Cezayîr – Komek ji komeleyan, rêxistinan û kesayetên navdar ên ku di warên mafên mirovan û mafên jinan de çalak in, daxuyaniyek weşandin û hevgirtina xwe ya tevahî bi çalakvanên mafên jinan û xebatkarên rojnameya jinan a Cezayîrî re, nîşan dan. Ev bûyer wekî "kampanyayeke tundiya dîjîtal û teşwîqkirinê" li ser torên civakî hatin binavkirin.
Beriya zêdetirî hefteyekê, piştî êrîşên sîber û teşwîqkirina li ser platformên medyaya dîjîtal, kampanyayeke tundiyê li dijî rojnameya jinan a Cezayîrî dest pê kir. Ev yek bû sedem ku rojname kampanyayeke medyayî û mafên mirovan bide destpêkirin da ku êrîşan şermezar bike û bandora wan a li ser xebatkarên jin û çalakvanên mafên jinan belge bike.
‘Em ê nehêlin ku gef bibin amûrek ji bo dûrxistina jinan’
Di daxuyaniya xwe de, komê piştrast kir ku ew ê nehêlin tirs xebata wan bisekînin û wiha tê gotin: "Em ê nehêlin ku nefret civaka me diyar bike û em ê nehêlin ku gef bibin amûrek ji bo dûrxistina jinan ji qada giştî."
Ji ber ku ev kampanya heqaret, tacîz, gef, çavtirsandin û teşwîqkirina nefret û tundiyê dihewîne, ewlehiya kesên ku hatine hedefgirtin xistiye xetereyê.
Cudahiyên nêrînan û mafê azadiyê
Daxuyaniyê tekez kir ku bûyer nikarin tenê wekî "cudahiyên ramanan" werin binavkirin. Tê zanîn ku nêrînên cuda li ser mijarên olî, civakî û çandî mafekî rewa ne. Lê divê neyên veguherandina gef, teşwîqkirina tundiyê, heqaretkirin, an hewldanên bêdengkirina jinan, çalakvanan, rojnamevanan, nivîskaran û rewşenbîran.
Îmzekaran her wiha îstîsmara olî an qanûnî ji bo rewakirina gotinên dûrxistin û nefretê, an jî ji bo ferzkirina vîzyoneke yekalî li ser civakê red kirin. Wan piştrast kir ku rêzgirtina ji ol û baweriyê re bi rêzgirtina ji bo maf û azadiyên bingehîn ên jinan re nakok nîne û parastina mafên jinan nayê wateya dijminatiya li hember olê.
Banga ji bo rayedaran û civaka sivîl
Daxuyaniyê bang li rayedarên têkildar kir ku lêpirsînên pêwîst li ser gef û teşwîqkirina tundî û nefretê bidin destpêkirin û hemû berpirsiyaran li gorî qanûnê ceza bikin. Her wiha tekez kir ku pêdivî heye ku kesên hatine hedefgirtin werin parastin û ewlehiya wan a fîzîkî û derûnî were misogerkirin.
Wekî din, ji civaka sivîl, çalakvanên mafên mirovan, parêzer, rojnamevan, akademîsyen û rewşenbîran hat xwestin ku li dijî gotinên nefretê û tundiyê bisekinin û pirrengî, azadiya derbirînê û mafê jinan ê beşdarbûna di qada giştî de biparêzin.