Li Brezîlya lehî: Hejmara mirî û wendayan zêde dibe

Li eyaleta Rio Grande do Sul ya Brezilya ji ber barana bi bandor lêhî rabû, hejmara kesên di lêhiyê de jiyana xwe ji dest dane bû 76 û hejmara windayan jî bû 103 kes.

Navenda Nûçeyan – Li eyaleta Rio Grande do Sul ku dikeve başûrê Brezilya ji ber barana bi bandor ji serê heftê ye ve lêhî rabû, hejmara kesên ku di lêhiyê de jiyana xwe ji dest dane û winda bûne zêde dibe. Di daxuyaniya ji aliyê parastina Sivil ya girêdayî eyalete dayî de diyarkir ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bûye 76 û hejmara windayan jî bûye 103 kes.

Lê belê serokê dewletê Luiz Inacio Lula da Silva ku dû caran herêm ziyaret kir got ku di gihandina alîkariya mirovî ji bo herêmê tu astengî nîne. Luiz Inacio Lula da Silva diyar kir ku rêyên hilweşiyaye û avahiyên civakî wê ji nûve ava bikin û got: “Wê bîrokrasî ji bo em cardin eyalete qezenc bikin nebe asteng. Ji bo hê zêdetir baran ne bare ez ji Xwêdê re diayan dikim.”

Xizmeta telefon û internetê naçe 115 bajarokan

Di nûçeya ku di çapemeniya xwecihî de cih girtî, ji lêhiyê 421 hezar kes bandor bûne, diyarkir ku xizmeta telefon û internetê naçe 115 bajarokan. Ji ber mal û erazî dibin avê de mane bi hezaran kes bajarok terikandine, ji ber hê bajarokên ku xwenegihandinê hene bi fikar in ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane û winda bûne zêdetir bibe.