Li Bolîvyayê li dijî veguherîna neolîberal serhildana civakî
Di dilê krîza Bolîvyayê de têkoşînek berfirehtir a li ser modela aborî, bikaranîna çavkaniyên xwezayî, mafên gelên xwecihî, avahiya pirneteweyî ya dewletê û wateya demokrasiyê heye.
CHRYSLEN BARBOSA
Navenda Nûçeyan – Tenê 6 meh piştî ku hikûmeta Rodrigo Paz hat ser desthilatê, Bolîvya bi yek ji krîzên siyasî û aborî yên herî kûr ên salên dawî re rû bi rû ye. Rakirina alîkariyên sotemeniyê, polîtîkayên sexberiyê û rêziknameyên ku tê gotin erdên xwecihî hedef digirin, hevgirtinek civakî ya berfireh - ji cotkar û karkeran bigre heya gelên xwecihî û rêxistinên jinan - aniye kolanan. Barîkatên ku li seranserê welêt hatine danîn û xwepêşandanên ku zêde dibin ne tenê dijberiya li dijî hikûmetê, di heman demê de pevçûnek projeyên siyasî yên cûda ji bo pêşeroja Bolîvyayê jî eşkere dikin.
Têkoşînek di navbera îradeya gel û despotîzma dewletê de
Gotinên jineke gundî li kolanên La Pazê bingeha krîza îro nîşan dide, dibêje: “Ger ku gel ew hilbijartibe, gel wê wî ji kar dûr bixe.” Ev daxuyanî ne tenê berteka xwepêşanderek e, di heman demê de hestên hevpar ên civakî yên fireh di hefteyên dawî de nîşan dide, ji tevgerên gundiyan û rêxistinên kedê bigre heya civakên xwecihî û komîteyên taxan.
Ew tiştên ku îro li Bolîvyayê diqewime, çarenûsa dewlet û avahiyên hikûmetê ye ku îradeya gel nas nakin. Rewşa ku derketiye holê dikare wekî têkoşînek di navbera îradeya gel û despotîzma dewletê de were binavkirin.
Polîtîkayên ku Rodrigo meşandine û gotinên wî
Rodrigo Paz di hilbijartinên 2025’an de bi saya hevpeymaniyeke ku wî bi polîsê berê Edman Lara re çêkiribû, hat ser desthilatê. Di seranserê kampanyaya xwe ya hilbijartinê de, Rodrigo Paz profîlek pêşkêş kir ku bi cotkaran, civakên xwecihî, mamoste û karkeran re diyalog dikir û soz da ku avahiya dewleta pirneteweyî ya Bolîvyayê biparêze û polîtîkayên populîst bişopîne.
Lê polîtîkayên ku piştê ku hate ser kar meşandine, nakokiyeke cidî bi gotinên ku di dema kampanyaya hilbijartinê de hatine bikaranîn re eşkere kir. Bi nîşandana pêwîstiya têkoşîna li dijî krîza aborî, hikûmetê polîtîkayên sexberiyê pêk anîn û biryarên ku rê dan zûtir bikaranîna çavkaniyên xwezayî, dan.
Her çiqas barê van polîtîkayan rasterast li ser milê karker, cotkar û feqîran bû jî, rakirina Baca Dewlemendiya Mezin, zêdebûna mûçeyên jiyanî yên ku ji rayedarên dewletê yên berê re dihatin dayîn û bicîhanîna rêziknameyên ku îmtiyazên elîtan di rêveberiya dewletê de xurt dikirin, xalên dawî bûn.
Bi vî awayî, nakokiya di navbera gotinên hikûmetê yên li ser krîza aborî û kiryarên wê de bêtir eşkere bû. Her çend lêçûna krîzê ji aliyê gel ve hat dayîn jî, parastina derdorên kapîtalîst û elîtên aborî bû sedema ku rêveberiya Paz her ku diçe wekî "nûnerê veguherîna neoliberal" were dîtin.
Çavkaniyên xwezayî û polîtîkayên erdê bûn
Yek ji mijarên herî girîng ên ku krîzê girantir kir, çavkaniyên xwezayî û polîtîkayên erdê bûn. Bi taybetî, Qanûna Hejmar 1720 ji aliyê civakên xwecihî, rêxistinên jîngehê û tevgerên gundiyan ve bi tundî hate rexnekirin. Fikara ku ev rêzikname dê rê li ber çalakiyên nû yên madenê veke û bandora şirketan li deverên ku gelên xwecihî lê dijîn zêde bike, têkoşînên erdê yên demdirêj dîsa anîn rojevê.
Meşên ku li herêmên Beni û Pando dest pê kirin, bi lez û bez li deverên cuda yên welêt belav bûn. Meşên dirêj ên ber bi La Pazê ve ne tenê protestoyek li dijî qanûnek taybet, di heman demê de li dijî rêça siyasî ya giştî ya hikûmetê jî bûn. Di vê pêvajoyê de, rêxistinên cotkaran, nûnerên xwecihî û tevgerên jîngehê di bin daxwazek hevpar de bûn yek: îstifaya Rodrigo Paz. Xwepêşandan ne tenê li ser pirsgirêkên aborî, di heman demê de li ser baweriya ku modela dewleta pirneteweyî tê hilweşandin û destkeftiyên dîrokî yên gelên xwecihî di bin gefê de ne jî bûn.
Kolan careke din bûne qadeke diyarker ji bo biryardana siyasî
Yek ji aliyên berbiçav ên xwepêşandanên li Bolîvyayê firehiya bingeha civakî ya çalakiyan e. Gelek avahiyên rêxistinkirî, di nav de Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Cotkar ên Bolîvyayê (CSUTCB), Navenda Karkerên Bolîvyayê (COB), Federasyona Tupac Katari, Rêxistina Jinan a Bartolina Sisa û komîteyên taxan li El Alto, beşdarî xwepêşandanan dibin. Ev nîşan dide ku tevger beşên civakî yên cûda yên welêt li dora eksena hevpar a nerazîbûnê dicivîne.
Dema ku mirov li dîroka dawî ya Bolîvyayê dinhêre, eşkere ye ku kolan careke din bûne qadeke diyarker ji bo biryardana siyasî, wekî ku di krîzên 2003 û 2019’an de hate dîtin. Ji ber vê yekê, bûyerên îro ne tenê wekî protestoyek li dijî hikûmetê, di heman demê de wekî nîqaşek li ser têgeha demokrasiyê jî tên dîtin.
Ji bo xwepêşanderan, hilbijartin wekî tenê îfadeya îradeya gel nayên dîtin; berevajî vê, ew dibêjin ku mafê gel ê destwerdana di rêveberiyê de û ger hewce bike, pirsyarkirina hikûmetê heta piştî hilbijartinan jî berdewam dike. Ev nêzîkatî bi karakterê dîrokî yê tevgerên civakî li Bolîvyayê re lihevhatî ye û her wiha dişibe ezmûnên cûrbecûr ên navneteweyî yên li ser bingeha demokrasiya bingehîn.
Krîz niha ji bilî siyasî, aliyekî ewlehiyê jî girtiye
Wisa xuya dike ku krîza aborî roleke diyarker di mezinbûna nerazîbûna siyasî de dilîze. Li gorî medyaya Bolîvyayê û çavkaniyên fermî, xwepêşanderan li neh herêmên îdarî yên welêt bi tevahî 59 cihan rêyan girtine. Nexşeyên rêyan ên ku ji hêla Rêveberiya Rêyên Bolîvyayê ve hatine weşandin eşkere dikin ku rêyên sereke yên veguhastinê yên li welêt ji ber xwepêşandanan asteng bûne.
Hikûmetê bi alên spî operasyonên "korîdora mirovî" da destpêkirin da ku rêyan ji nû ve vekin, lê van hewldanan xwepêşander û hêzên ewlehiyê anîn ber pevçûnê. Wezîrê Karên Giştî Mauricio Zamora îdîa kir ku çalakvanan bi dînamît û keviran êrîşî konvoyan kirin, di heman demê de xwepêşanderan hikûmet bi karanîna rêbazên tepeserkirinê tawanbar kirin. Ev tohmetên hevbeş nîşan didin ku krîz niha ji bilî siyasî, aliyekî ewlehiyê jî girtiye.
Tundiya dewletê û pêla girtinê
Her ku krîz kûrtir dibe, refleksên ewlehiyê yên dewletê jî zêde bûne. Tê ragihandin ku di xwepêşandanan de gelek kes birîndar bûne, hin xwepêşander bi giranî birîndar bûne û heta niha bi sedan kes hatine binçavkirin.
Her çiqas rêveberiya Rodrigo Paz îdîa dike ku komên nêzîkî Evo Morales li pişt xwepêşandanan in jî, muxalefet îdîa dike ku hikûmet hewl dide nerazîbûna gel krîmînalîze bike. Daxuyaniya Rodrigo Paz a ku ew dikare desthilatên rewşa awarte yên ku ji hêla destûrê ve ji wî re hatine dayîn bikar bîne, rageşiyê hîn bêtir zêde kir. Ev ji ber ku nîqaşên li ser rewşa awarte wekî nîşanek têne şîrove kirin ku çareseriyên siyasî teng dibin û polîtîkayên ewlehiyê li welêt derdikevin pêş.
Krîza li Bolîvyayê ji sînorên neteweyî derbas bûye
Serokê berê Evo Morales îdia kir ku li hember krîza li welêt, divê hikûmet an zextê zêde bike an jî hikûmeteke veguhêz ava bike û di nav 90 rojan de hilbijartinan li dar bixe. Banga Morales ji bo hikûmeteke veguhêz nîqaşên li ser hilbijartinên pêşwext û ji nû ve sazkirina siyasî vegerand rojevê. Ev daxuyanî nîşan didin ku krîz ne tenê di aliyên aborî û civakî de, lê di heman demê de di derbarê rewatiya hikûmetê û kapasîteya wê ya birêvebirina welêt de jî veguheriye krîzeke siyasî.
Krîza li Bolîvyayê ji sînorên neteweyî derbas bûye. Daxuyaniyên rexnegir ên Serokkomarê Kolombiyayê Gustavo Petro li ser hikûmeta wî û dû re jî aloziyên dîplomatîk, nîşan didin ku krîz bûye aliyekî herêmî. Berevajî vê, rêveberiya Rodrigo Paz ji hikûmetên rastgir ên li seranserê Amerîkaya Latîn û derdorên nêzîkî DYA piştgirî distîne. Ev wêne eşkere dike ku têkoşîna li Bolîvyayê ne tenê şerekî siyasî yê navxweyî ye, di heman demê de eniyek nû ye di pêşbaziya di navbera projeyên siyasî yên cûda yên li Amerîkaya Latîn de.
Têkoşîna li Bolîvyayê ne tenê li dijî hikûmetê ye
Tiştê ku îro li Bolîvyayê diqewime, nikare tenê bi daxwaza îstifaya Rodrigo Paz were sînordarkirin. Di dilê krîzê de têkoşînek berfirehtir li ser modela aborî, bikaranîna çavkaniyên xwezayî, mafên gelên xwecihî, avahiya pirneteweyî ya dewletê û wateya demokrasiyê heye.
Xwepêşandanên ku zêdetirî sê hefteyan dom kirin, barîkatên li 59 cihan, bi sedan girtin û hêrsa civakî ya zêde nîşan didin ku pirsgirêka ku hikûmet pê re rû bi rû ye ne pirsgirêkek ewlehiyê ya demkî ye. Pirsa sereke ya ku îro li Bolîvyayê tê nîqaşkirin, welat dê kîjan rêya siyasî û aborî bigre ye. Ji ber vê yekê, nerazîbûna zêde ya li kolanan ne tenê ji ber daxwaza guhertina desthilatdariyê, di heman demê de ji ber pevçûna projeyên civakî yên cûda yên di derbarê pêşeroja dewletê de jî tê gurkirin.