Platforma JÎNA: Hincetên “namûsê” nayên qebûlkirin divê dawî li bêdengiyê bê anîn

Platforma Jinên Rojhilatê Kurdistanê, bi daxuyaniyekê bal kişand ser qetilkirina jinan a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê. Diyar kir ku kuştina jinan ne bûyerek ji nişka ve ye, berhema pergala baviksalar e.

Navenda Nûçeyan – Platforma Jinên Rojhilatê Kurdistanê (JÎNA) li ser diyardeya qetilkirina jinan a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê daxuyaniyek weşand.

Platformê, di daxuyaniya xwe de balkişand li ser dozên Romîna Eşrefî, Hana Rekan, Letîfe Mihemedzade û Nilûfer Mûcawir û xwest qetilkirina jinan wekî sûcek civakî û binpêkirinek cidî ya mafên mirovan were naskirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku qetilkirina jinan ne bûyerek ji nişka ve ye, berhema pergalek kûr a baviksalare ku bi rêya kontrol, gef û tundiya rêxistinkirî li ser jinan hatiye ferzkirine.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate tekezkirin ku têgehên wekî “namûs” divê nebin hincetên çandî an malbatî ji bo kontrolkirin an jî bêparkirina mafê jiyanê yê jinan û divê sûcdar bêyî çav li sûcê wan were girtin, bên cezakirin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku bêdengiya li dijî qetilkirina jinan hevgirtina bi tundiyê re ye û parastina mafên jinan parastina rasterast ya mafê jiyan û azadiyê ji bo tevahiya civakê ye.