Li Bexdayê li dijî bazirganiya mirovan semîner hate dayîn
Mala Çandî ya Feylî ya li Bexdayê, bi boneya Roja Cîhanî ya Dijî Bazirganiya Mirovan semîner hişyariyê li dar xist.

RECAA HEMÎD REŞÎD
Iraq – Li Bexdayê ji aliyê Mala Çandî ya Feylî ve bi boneya Roja Cîhanî ya Dijî Bazirganiya Mirovan, semînerek bi sernavê "Diyardeya Bazirganiya Mirovan: Sedem û Çareserî" hate li dar xist. Semîner ji aliyê aktîvîst Şeza Nacî ve hate dayîn. Di semînerê de, pênaseya bazirganiya mirovan li gorî xala 3’emîn a Protokola Navneteweyî hate destgirtin û ev sûc mîna binpêkirina rûmeta mirovan û cureyekî ya kedxwariya mirovan a li dijî mirovahiyê hate pênase kirin.
‘Her roj bûyerên nû tên tomarkirin’
Aktîvîst Şeza Nacî, di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku bazirganiya mirovan di salên dawî de li Iraqê pir zêde bûye û wiha axivî: “Rayedaran destnîşan kirin ku komên lawaz ên wekî seqet, bêmal û xizan hema bejê rojane ji bo fuhûş, parsek û karê neqanûnî tên kedxwarî kirin. Her wiha şert û mercên aborî û civakî yên dijwar ên welat jî di nava ciwanan de meyla koçberiya neqanûnî zêde dike.”
‘Nakokiyên di qanûnên heyî de parastina mexdûran zehmettir dike’
Aktîvîst Şeza Nacî, diyar kir ku li gorî Xala 1’emîn a Qanûna Iraqê ya Têkoşîna li dijî Bazirganiya Mirovan, bazirganiya mirovan rewşên mîna bi rêya gef, zorê, xapandinê an jî bikaranîna rayayê ji bo xirabiyê neçarkirina kesan ji bo kar, fuhûş, bazirganiya organan dihewîne.
Şeza Nacî, di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn êrîşa zayendî, mîna yek ji awayên herî gelemperî yên bazirganiya mirovan derket pêş û destnîşan kir ku her çend qanûnên berê êrîşa ji bo fuhûşê bi cezayê mirinê ceza dikirin jî, di qanûna nû de cezayên kêmtir tên dayîn. Şeza Nacî, diyar kir ku heman rewş ji bo têkiliya cinsî ya bê xwestek û revandinê jî derbas dibe û got ku nakokiyên di qanûnên heyî de parastina mexdûran zehmettir dike.
Karkirina bi darê zorê û êsîrî
Şeza Nacî, da zanîn karkirina bi darê zorê û bêparkirina neqanûnî ya azadiyê jî, aliyekî din ê bazirganiya mirovan pêktîne û axaftina xwe wiha domand: “Ev sûc bi taybetî li deverên gundewar zêdetir e û mexdûran piranî caran nikarin xwe bigihînin rayedaran. Bazirganiya organan û ceribandinên bijîşkî yên neqanûnî, divê di vê çarçoveyê de bên destgirtin.”
Sedem û rêyên çareseriyê
Şeza Nacî, destnîşan kir ku li pişt bazirganiya mirovan, sedemên bingehîn ên mîna zehmetiyên aborî, tundiya navmalî û bêîstîqrariya siyasî heye û erkên komîteya taybetî ya di qanûnên Iraqê de hatiye damezrandin anî ziman. Şeza Nacî, got: “Ev komîte berpirsiyarê plankirin, piştgirîkirina mexdûran, xurtkirina hevkariya di nava sazûmanî de û mîsogerkirina koordînasyonê ya bi rêxistinên navneteweyî re ye.”
‘Ji bo mexdûran tedbîrên lezgîn şert e’
Şeza Nacî, di dawiya axaftina xwe de tedbîrên lezgîn ên divê ji bo mexdûran bên girtin rêzkir: “Divê ji bo hemû mexdûrên biyanî piştgiriya ziman bê mîsogerkirin, divê şêwirmendiya hiqûqî û rêberî bê dayîn û divê ji bo mexdûr û şahîdan parastinek bandor bê mîsoger kirin.”
Beşdaran eleqeyek mezin nîşan dan
Semîner, bi pirs û beşdariya beşdaran dewlemendtir bû. Di çalakiya ku aliyên qanûnî, civakî û navneteweyî yên têkoşîna li dijî bazirganiya mirovan hate nîqaş kirin de, ji bo pirsgirêka pêşniyarên çareseriyê yên nû hate nîqaşkirin.