Li Bexdayê jin pirsgirêkên pê re rû bi rû ne nîqaş kirin
Beşdarên panêla femînîst a li Bexdayê hat lidarxistin tekez kirin ku pirsgirêkên girîng weke rageşiya mezhebî û gotinên nefretê, hê jî li pêşiya pêşketina jinan û tevgerên femînîst li welat asteng in.

NÛR EL-MERSÛMÎ
Bexda – Ji bo nîqaşkirina rastiya tevgera femînîst û jinan li Iraqê û encamên van nivîsan bi lêkolîner û kesên ku bi karûbarên femînîst ên Iraqê re eleqedar dibin Hevbenda Femînîst a Eman, Komeleya Giştî ya Pêşxistina Jinan û Tora Jinên Iraqê duh li hola Komeleya El-Amal a Iraqê li paytexta Bexdayê panelek femînîst li dar xistin.
'Guhertinên siyasî bandorê li rol û hebûna jinan dikin'
Seroka Rêxistina Lîliyan ji bo Demokrasiyê Elaa El-Talabanî Alaa da zanîn ku ji destpêka çalakiyên siyasî ve, di xebatên parlamentoyê de û niha li derveyî parlamentoyê bi rêxistinên civaka sivîl re, piştgiriyê didin tevgera jinan û xebata wan. Elaa El-Talabanî wiha got: "Tevgereke erênî heye ku jin rola xwe di civakê de û di gelek aliyên civakî, çandî û siyasî de bilîzin. Jin bi pirsgirêk û kêşeyan re rûbirû ne. Her guhertinek siyasî li Iraqê bandorê li rol û hebûna jinan dike. Nakokiyên mezhebî û gotinên nefretê jî banorê li pratîkên jinan, çalakiyên wan ên xweparastinê dikin. Divê hikumet li gorî zagonên destûr û peymanên ku mafên jinan dixin bin temînatê tevbigere."
'Rastî û dijwariyên jinên Iraqî hatin nîqaşkirin'
Endama Hevbenda Eman Nediya Mehmûd armanca vê panelê anî ziman û got: "Ji bo nîqaşkirina rastî, perspektîf û dijwariyên tevgera jinan li Iraqê, me li ser dijwarî û rêbazên xebata ji bo têkoşîna me ya ji bo bidestxistina wekheviyê, bidawîkirina cudakariya zayendî li dijî jinan û bidestxistina edaleta zayendî nîqaş kir."
'Hewl didin hawirdorek gucav ji jinan re ava bikin'
Endama Navenda Perwerde û Geşepêdanê ya El-Ula, Eliya El-Hezal eşkare kir ku jinên Iraqê bi kêşe û astengiyan re ji ber tunebûna derfetên pêşxistinê û îsbatkirina hebûna xwe re rûbirû ne. Eliya El-Hezal wiha axivî: "Ji ber vê armanca me bi vê kombûnê ew bû ku ji nû ve em hevgirtinê pêk bînin, ji bo em hawirdorek guncav û derfetên pêwist ji jinên Iraqê ve ava bikin da ku bigihîjin armancên xwe."
‘Jin li dijî zextan têdikoşin’
Aktîvîsta siyasî û femînîst Îqbal Selal jî diyar kir ku ew piştevaniyê dide hemû tevgerên ku dixwazin jinan ji tundî û qedexeyan biparêzin û wiha pê de çû: "Rewşa jinan li Iraqê li gorî pêşketinên civakên din gelek kêm bûye. Polîtîkayên derve û aboriya kapîtalîst têgehên reaksiyoner xurt dikin û piştgiriyê didin rejîmên ku li dijî mafên jinan derdikevin û pêşveçûnên femînîst asteng dikin. Em ê jî bixebitin da ku dawî li vê zilma li ser jinan bînin."